Pervin Buldan: AKP li Pirsûsê jî di bin provakasyona kir de ma

  • 21:52 20 Hezîran 2018
  • Ramyarî
AMED - Di mîtînga HDP'ê ya Amedê de ku sed hazar bûn lehî Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan axivî û wiha got: "Hikûmeta AKP'ê li Pirsûsê jî di binê pirovakasyona ku kir de ma. Rapara ATK'ê ku hat aşkerekirin jî diyar kir ku welatiyên me ji aliyê çeteyan ve hatine qetilkirin. Zîhniyeta ku hat li vêderê got 'pirsa kurd tune ye' wê çawa li rûyê we binêre.  Çeteyên ku girtine cem xwe jî diyarkirine ku dijminantiya kurdan berdewam dike." 
 
Di mîtînga Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  ku bi sed hezar bûn lehî û herikîn qadê polîsan ji ber ku cih nedîtin derketin derveyî bariyeran û mîtîng şopandin.  Bi sed hezaran kesî bi dirûşma "PKK gel e gel li vir e' berê xwe dan ser sahnê. Pişît gerandina govendê namzedên HDP'ê yên Amedê derketin ser dikê û gel silav kirin. Namzed bi lîlandin û çepikan hatin pêşwazîkirin.
 
'Wê tayyîp Erdogan di 24'ê hezîranê de biçe'
 
Piştre Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan derket ser dikê. Pervîn bi çepik û lîlandina jinan hat pêşwazîkirin.  Pervîn di destpêka axafitna xwe de bal kişand ser biryara gelên Amedê û diyar kir ku gel biryara xwe dayê û wê îktîdarê têk bibibe. Pervîn a ku namzedê Serokomariyê Selahattîn Demîrtaş ê di girtîgehê de,  Îdrîs Baluken, Çaglar Demîrel, Gultan Kişanak, Firat Anli, Girtîgeha Îmraliyê û hemû girtiyên azadiyê silav kirin, anî ziman ku wê gelê Amedê di 24'ê Hezîranê de bersiva serokê AKP'ê  Tayyîp Erdogan bide. 
 
'Wê AKP di bin pirovakasyona ku kir de bimîne'
 
Pervîn wiha axafitna xwe berdewam kir: "Berî bi 3 salan li  vê qadê bombe teqandin. Lê îro dîtin ku li gel bombeya hat teqandin gelê Amedê bû lehî û herikî vê qadê.  Ji ber ku em êşa xwe ji bîr nakirin. Gelê kurd paşeroja xwe, êşa xwe, Cizîrê, Sur, Nisêbînê û Pirsûsê ji bîr nakeç.  Gelê kurd di tevahiya dîroka xwe de ji serdestên xwe zilm dîtiye.  Sur, Sîopî Cizîrê jî di nava êşên ku em ê ji bîra nekin de ne.  Lê roja Arîfeyê komkujiya li Pirsûsê ku hat kirin jî wê neyê jibîrkirin. Gelê Kurdistanê bi bi gelê Pirsûsê re ye. Hikûmeta AKP'ê vê carê ji di bin provakasyona ku kir de ma.  Zîhinyheta ku got 'Pirsa kurd tune ye' wê çawa li rûyê we binêre. Rapora ATK'ê jî diyar kir ku gelê me ji aliyê çeteyan ve hatiye qetilkirin.
 
Em kê bikin serok ne tu em ê biryarê bidin
 
 Wê hemû gelên Tirkiyeyê tu carî li salên 90'î venegerin. Em ê ji îktîdara AKP'ê ku ev 16 sal in tu tişt ji vê gelî re nekiriye bibêjin oxir be. Ew tenê şer dixwazin. Çûn Kerkûk û Efrînê û niha jî dixwazin ku biçin Minbiç û Qendîlê lê wê nikaribin biçin. Wê gel destûrê nede vê.  Em di baweriya ku li vî welatî pirsigirêk bi ne bi şer bi çareseriyê çareser dibin de ne.
 
Dema ku hûn çûn ser sidoqê êşa ku we kişand ji bîr nekin
 
Her roj bi dereweke nû dibêjin ku ew ê HDP'ê di binê bendavê de bihêlin.  Ewqas ditirsin ku binçavkirin û pirovakasiyonan pê tînin û gel dikin girtîgehan. Bitirsin û ji bîr nekin em çiqas bên girtin û kuştin ewqasî zêde dibin Recep Tayyîp Erdogan em ê li hemberî te serî netewînin û em ê ji we rizgar bibin."
 
Pervîn Herî dawî diyar kir ku muşahîd kêm in  û xwest ku hemû ciwan ji bo muşahidiyê serlêdanê bikin û wiha dawî li axafitna xwe anî: "Wê sberoja me ciwan rizgar bikin. Ez bang li jin û dayikan jî dikim ku di 24'ê Hezîranê de biçin ser sindoqan û dengê xwe bi kar bînin."
 
Mîtîng bi şahî û govendê bi dawî bû.