Li Bajarên Serhedê coşa HDP'ê didome

  • 09:49 20 Hezîran 2018
  • Ramyarî
ÎDIR/ERDEXAN - Demek kurt ji hilbijartina 24'ê Hezîranê re ma. Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê yên Erdexanê bi gel re tên ba hev. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi pêşengtiya jinê xebatên xwe yên hilbijartinê bê navber didomîne. Namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê yên Îdirê, Kiznaz Turkeli, Habip Eksik û yên tevî wan kuçe bi kuçe digerin û xebatên xwe yên hilbijartinê dimeşînin. Namzetên HDP'ê li Îdirê bi coşek mezin tên pêşwazîkirin.
 
Piştre Kiznaz çû serdana gundên Îdirê yên Hurşitali û Huseyinkentê beşdarî şahiyê bûn. Kiznaz li vir axaftinek kurt kir. Kıznaz anî ziman ku divê hemû kes li sindoqan xwedî derkeve û gotina Erdogan a "Em ê HDP'ê di bin bendavê de bihêle" vala derxîne. Kiznaz got ku divê dema ku gel biçin ser sindoqan Cizre, Sûr, Dayika Taybet û Cemileyê ji bîr neke. 
 
Şahî bi tilîlî û gerandina govendê bi dawî bû. 
 
Erdexan
 
Li Erdexanê xebatên hilbijartinê bi coşek mezin didome. Namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê yên Erdexanê Taşkin Aktaş û Ozturk Polat li navenda bajêr çûn serdana bazirganan. Piştre li Gundên Bagdeşen û Kuzukentê gel hatin ba hev û belavok belav kirin.