‘HDP li her derê Enqereyê xebatên hilbijartinê dimeşîne’

  • 09:35 20 Hezîran 2018
  • Ramyarî
ENQERE - Namzetên jin diyar kirin ku ew li Keçîoren, Altindag, Akyurt, Çubuk, Çamlidere, Gudul, Kazan, Kalecîk, Kizilcahamam û Pursaklarê jî xebatên hilbijartinê dikin û wiha got: “Digotin HDP nikarin bikevin van deran. Lê em çûn van deran û me xebat li hemû derê meşand.”
 
Namzetên HDP’ê yên Enqereyê Nuray Turkmen a hatiye îxrackirin, hîndekar Îpek Gur, Dayika Aştiyê Nurhayat Emîre kolan bi kolan digerin û piştgiriyê dixwazin.
 
Namzetên jin bi taybet li Ulus a Enqereyê ku bi hilbijêrên muhafazakar û netewperest lê ne, cih bi cih geriyan û sedema ji HDP’ê re bêjin erê vegotin.
 
Namzet Îpek Gur diyar kir ku ew xebatek bi rêxistinkirî û xweş dimeşînin û di serî de Altindag û Keçîoren li gelek navçeyan xebatên bi koordîne dimeşînin. Îpekê wiha vegot: “Me rêxistinbûn û jin girîng dît. Li gelek navçeyan em derî bi derî geriyan. Piranî jî dizanin ku çi dixwazin. Ji ber ji polîtîkayên dewletê bi bertek bûn. Gel tevî zilm û şer dîsa jî hêviya xwe winda nakin. Ji bo HDP’ê derxin pêş dixebitin. Di vî alî de xebatên me serkeftî bûn. Li her derê me dît ku her kes ji desthilatdariya 16 salî bêzar bûye. Hêvîdar im em di 25’ê Hezîranê de bi rojek nû şiyar bibin.”
 
‘Me herêma herî zehmet a Enqereyê derbas kir’
 
Namzeta herêma 2’emîn a Enqereyê Nuray Turkmen jî bi KHK’ê hatiye îxrackirin û diyar kir ku ew bê navber dixebitin û HDP’ê vedibêjin. Nuray wiha berdewam kir: “Me li navçeyên Keçîoren, Altindag, Akyurt, Çubuk, Çamlidere, Gudul, Kazan, Kalecîk, Kizilcahamam û Pursaklar xebat meşand. Me herêma herî zehmet a Enqereyê derbas kiriye. Cihên ku digotin HDP nikare bikevê em ketinê.”
 
Nurayê di nokteya ewlehiya hilbijartinê de jî hişyarî kirin û got AKP her tim hewl dide ku li ser sindoqan serdest be lê di sindoqan de ne serdestî edelet divê hebe. Nurayê destnîşan kir ku wê sibehê zû li ser sindoqan bin û got ew tî û birçî jî bimînin wê şopdarên dengên xwe bin.
 
Dayika Aştiyê Nurhayat Emîre jî diyar kir ku ew ji bo dayik nemirin bûye namzet û wiha pê de çû: “Tirk, Kurd, Çerkez û gelên din ferq nake. Divê hemû dayik li dijî vî şerî bisekinin. Ji bo gelên me rehet bikin em têdikoşin. Em kolan bi kolan, mal bi mal digerin û HDP’ê vedibêjin. Em naxwazin ciwanên me bimirin. Ez bang li dayikên Tirk jî dikim. Dengên xwe bidin HDP’ê. Êdî Bes e. Em vê pergalê bi hev re biguherin.”