Xebatkarên tekstîlê piştgirî dan HDP'ê

  • 16:09 19 Hezîran 2018
  • Ramyarî
ÊLIH - Hyeta HDP'ê xebatêkarên tekstîlê ziyaret kirin û ew vexwendin  mîtînga ku wê sibe li Êlihê bê lidarxisitn.
 
Bi nêzîkbûna hilbijartina 24'ê Hezîranê re Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) lez da xebatên xwe.  Ji van balarên ku xebat lê bê navber tê kirin yek jê jî Êlih e.  HDP'ê li Êlihê ji bo mîtînga ku wê sibe bê lidarixistin belavok belav kirin û banga tevlibûna mîtîngê kir. Bilavkirina belavokan ji aliyê parlamentera HDP'ê Ayşe Acar Başaran û rêveberên HDP'ê yên başarê Êlihê ve hat kirin.  Ayşe û Heyeta pê re di çarçoveya xebatan de çûn serdana kedkarên tekstîlê û belavok belav kirin. Xebatkaran heyet bi coşeke mezin pêşwazî kir û piştgiriya xwe jê re ragihandin.