Ji bo mîtînga fînalê ya Mêrdînê bang: Em ê li qadan bersivê bidin

  • 09:05 19 Hezîran 2018
  • Ramyarî
MÊRDÎN - Endama PM'a DBP'ê Semîre Kurt ji bo mîtînga di 21’ê Hezîranê de li Mêrdînê bang kir û wiha got: “Bila hemû Mêrdînî wê rojê li qadan bin. Ji bo ku em bersiva xwe bi awayekî herî baş bidin desthilatdariyê.”
 
Li Mêrdînê xebatên hilbijartinê gund bi gund, navçe bi navçe berdewam dikin û ji hilbijartinan re hefteyek ma û mîtîngan dest pê kir. Xebat bi şev û roj didomin û endama PM'a DBP’ê Semîre Kurt ji bo mîtînga Mêrdînê ya 21’ê Hezîranê ya li Parka Karayollari ya Mêrdînê ku wê  pêk bê bang kir û got plana wan ev e ku 10 hezaran tevlî mîtîngê bikin.
 
‘Xebat bê navber didomin’
 
Semîreyê destnîşan kir ku tevî hilbijartina serdegirtinê ye jî hemû komîsyon bi coşek mezin tevlî xebatan bûne û wiha pêde çû: “Hîna jî li gundan li navçeyan xebatên hilbijartinê didomin. Li Nisêbîn, Mîdyat, Qoser û navendê mîtîng û li navçeyên din jî wê bername pêk bên.”
 
‘Bila her kes li dijî komkujiyan li qadan bin’
 
Semîreyê ji bo mîtînga fînalê ya herêmê ya li  navçeya Artuklu li parka Karayollari  ku wê di 21’ê hezîranê de pêk bê jî bang li hemû gelên Mêrdîn  kir û wiha got: “Ez bang li hemû gelan, jinan, ciwanan û kesên li dijî faşîzmê dikim ku bila alên xwe bigirin û di 21’ê Hezîranê de li qadê bin. Ev hilbijartin hilbijartina hebûnê ye. Ji ber vê divê em nîşanî her kesî bidin. Em divê bêjin HDP e.”