'Edî dem dema gel xwe bi xwe çarenûsa xwe bidin diyarkirin e'

  • 10:58 18 Hezîran 2018
  • Ramyarî
Nupelde Tekoşîn/ Delîla Axîn
 
ŞENGAL - Hevseroka Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Rîham Hico li ser pêşketinên dawîn ên leşkerî û siyasî, bandora wan a li ser kurdên  ezîdî, li ge van pêşketinan sekin û helwesta kurdên êzidî nirxandin kir.
 
Hevseroka Meclîsa Xweserîya Demokratîk a Şengalê Rîham Hico pêşketinên dawîn ên leşerî û siyasî nirxand. Rîhamê di nava nirxandinên xwe de tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, dagirkirana dewleta tirk ya xaka başurê Kurdîstanê û gefên li ser Şengalê û her wiha dagirkirin Efrînê, hilbijartinên ku wê di 24’ê Hezîranê de li Tirkiyeyê bên kirin û bandora wan ya li ser statûya Şengalê de nirxandinên girîng kirin.
 
Rîham Hico di destpêka  nirxandinên xwe de bal kişand ser tecîrda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku di rojeva Kurdîstan û cîhanê de ye û wiha got: " Dewlata tirk ya dagirker bi girankirina tecrîda ya li ser Rêberê me wê encam negere û nikare me û Rêberê me ji hev biqetîne. Rêber Apo ji bo hemû civakên bindest ronahî ye û rêberê gelê bindest e. Bi fikir û felsefaya Rêber Apo hemû gelê bindest xwe bi rêxstin kirin, xwe nas kirin û tekoşîna azadiyê bilind kirin. Îro her gelekî ku li azadiyê digere  Rêber Apo weke roniya riya azadiya xwe dibîna. Ji bo me jî Rêber Apo hebûn e.” 
 
'Tu hêz nikare me û rêberê me ji hev biqetîne'
 
Rîham derbarê planên dewleta tirk yên li ser Îmraliyê de jî wiha got “Armanca dewleta tirk ya ji tecrîdê ew e ku me ji fikir û felsefeya Rêberê me dûr bike. Ji her demê carekê bi nuçeyên derew ku li ser rewşa Rêber Apo serwîs dike dixwaze me bê hêvî bike. Daxuyaniya dewleta tirk ya herî dawî ku wê rewşa Îmrali heta hetayê be wê tucarî neye qebul kirin û wê nikaribin me û rêberê me ji hev qut bikin. Çewa ku dewleta tirk bi pêkanîna komploya 1999’de bi ser neket  wê vê carê jî bi ser nekeve."
 
Girîngiya azadiya Abdullah Ocalan ji bo gelê êzidî
 
Rîham Hico wateya azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan û girîngiya wê ya ji bo  civaka êzîdî jî nirxand û ev tişt got “Em jî weke civaka êzidî ku me bi fikir û ramanên Rêbertî xwe perwerde û nas kiriya ne tenê me xwe nas kiriya me ji îradeya xwe ku Rêber Apo ye jî hêzake mezin girtiye. Em weke gelê êzidî tecrîda li ser Rêber Apo tecrîde li ser xwe dibînin. Em baş dizanin ku dema fermana 3'yê Tebaxa 2014'an ku bi hevkariya dewleta titrk, Erdoxan û bi destê  DAÎŞ’ê hat kirin şervanên PKK'ê ew vala derxistin û ji bo me şer kirin. Ji ber ê fêdekariya PKK'ê ku bi felsefeya rêber Apo hat kirin em jî vê felsefeyê wekî  felsefeya jiyana xwe dibînin. Herwih Em bêdengiya hêzên navneteweyî ya li dijî vê tecrîdê jî şermezar dikin. Ji ber ku bêdengî hevkarî ye.”
 
'Êrîş têkçûna wan nîşan dide'
 
Mijara duyemîn ya ku hevseroka Meclîsa Xweserîya Demokratîk a Şengalê Rîham Hico nirxand êrîşên dewleta tirk yê li ser başurê Kurdîstan û gefên wê yên li ser xaka Şengalê ye. Rîham di vî derbarî de jî ev tişt got:  “Her dem dewleta tirk di dirokê de êrîş li ser deskeftiyên gelan û bi  taybetî jî gelê kurd pêk anîye û xwestiye wan ji çanda wan ola wan dûr bixe û têxe bin venerîna xwe. Çewa bi hebûna DAÎŞ'ê êrîşî şengalê  û efrînê kirin niha jî êrîşî xaka başûrê Kurdîstanê dike.  Li ber çavê her kesî êrîşî xweza cîh û warên sivîlan tê kirin. Armanç dagirkirin e, axa xwe zêde kirine ne ku jiyana mirovan difikire. Dîsa gefa ji bo Şengal û Mexmurê jî dixwe lê bila baş zanibin ku edî ev gel bi nêrîna Rêber Apo xwe bi rêxistin kirine hêzên xwe ava kirine û wê tucarî bi van planan hêzên dagirker bi ser nekevin. Di heman demê de ev êrîşên hov ku mîna har dewleta tirk har bûye êrîş dike nîşaneya ber bi têk çuyin û hilweşandina dewleta tirk e.”
 
'Armanc jihevxistina pergala demokratîk bû'
 
Riham Hico bal kişand ser pêkanînên dewleta tirk yên  li ser Efrînê  jî û wiha berdewam kir: "Sedema êrîşkirna Efrînê têkbiriba bihevrejiyana demokratîk a gelan bû.  Ji ber kû pergala dewleta tirk hemû olan çandan nasnake ew yek mirov yek ziman yek ol yek çandiyê li ser gelan dide ferzkirin. " 
 
'Serkeftina HDP'ê serkeftina gelan e'
 
Herî dawî  hevseroka meclîsa xweseriya demokratîk ya Şengalê Rîham Hico ya ku derbarê hilbijartinên li Tirkiyeyê de jî nirxandin kir bang li hemû gelên Bakurê Kurdistanê dike ku li berameberî hemû lîstik û êrîşan hişyar bin û wiha dawî li axafitna xwe anî “Ez bang li hemû gelêb Turkiyê dikim bi taybetî gelê jurd,divê  li dijî hemû lîstuk û kiryarên dewlata tirk hişiyar bin, roja hilbijartinê biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin xwe bidin vîna xwe. Pêwîst e gelê me dengê xwe rast bi kar bîne dengê xwe bidin nunerê xwe yê rast dengê xwe bidin HDP. Serkaftina HDP serkaftina hemû gelan e serkaftina vîna azad e.