Ferda Fahrîoglu: Ne pirsgirêka kurd, pirsgirêka Tirkiyeyê heye

  • 09:02 18 Hezîran 2018
  • Ramyarî
AMED - Namzeda HDP’ê ya Amedê Ferda Fahrîoglu Akin bi lêv kir ku kurd bingehê  damezerîner yên Tirkiyeyê ne lê ji dîroka Komarê heta niha hewl hatiye dayîn ku kurd bên tunekirin û wiha got: “Ger dewletek li dijî gelê xwe polîtîkaya şer û qirkirinê bimeşîne, ciwanan di bodruman de bişewitîne wê demê ne pisgirêka kurd, pirsgirêka Tirkiyeyê heye.”
 
Namzeta HDP’ê ya Amedê ya rêza 12’emîn Ferda Fahrîoglu Akin akademîsyenek ku di mijara ‘pirsgirêka Kurd de’ îmze avêtiye binê gelek xebatane û ji ber îmze avêtiye ‘danezana aştiyê’ jî hatiye îxrackirin e. Ferdayê diyar kir ku ne pirsgirêka kurd, pirsgirêka Tirkyeyê heye û wiha got: “Ger dewletek li dijî gelê xwe polîtîkaya şer û qirkirinê bimeşîne, ciwanan di bodruman de bişewitîne wê demê ne pisgirêka kurd, pirsgirêka Tirkiyeyê heye. Lê ev pirsgirêka mêjiyê dewletê ye. Me pêvajoyên desthilatdariya AKP, MHP û CHP’ê dîtin. Yekane tişta neguherî mêjiyê dewletê bû.”
 
‘Emê jiyana wekhev bikin jiyanê’
 
Ferdayê daxuyakirin ku gotina ‘HDP partiya jinan e’ ne gotinek vala ye û wiha pê de çû: “Em wek HDP’ê wê vê gotinê naveroka wê tije pêşkêşî gelên Tirkiyeyê bikin. Pergala hevserokatiyê bi awayekî wekhev li her qadê ket jiyanê. Di encama têkoşîna 40 salî de destkeftiyên mezin hatin bidestxistin. Em ê vê di hevserokomariyê de jî bikin jiyanê.  Em ê sozên di danezanê de yên wekê ‘ wezareta jinê, dîwana edeletê, meclîsa jinê, wezareta zarokan’ bikin jiyanê.
 
‘Bila jin bi hêza xwe bawer bin’
 
Ferdayê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku wê li meclîsê bibe dengê jinan û wiha got: “Dewlet û mêr bi awayekî cidî ji jinan ditirsin. Bila jin bi hêza dilê me bawer bikin. Ger em bi xwe bawer bikin, kes nikare me têk bibe.”