Akademîsyen Zelîha Acar:Dîrok wê vê faşîzma li ser Kurdan hatiye ferzkirin ji bîr neke

  • 09:09 16 Hezîran 2018
  • Ramyarî
MERSÎN - Akademîsyen Zelîha Burcu Acar diyar kir ku ji bo li Tirkiyeyê çep hêza xwe winda nekin divê HDP biçe meclîsê û wiha pê de çû: “Siyaseta Tirk bi polîtîkayên netewperest, şovenîzm û faşîst Kurd dîsa înkar kiriye û ev înkar jî di dîroka Kurdan de wek şermê maye.”
 
Yar. Doç Dr. Zelîha Burcu Acar a ji Beşa Felsefeyê ya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê bi hinceta Îmze avêt danezana aştiyê hat îxrackirin, diyar kir ku zextên li hemberî HDP’ê zêde bûne, bêrêzdariya li hemberî gelê Kurd û siyaseta Kurd e.  Zelîhayê her wiha girtina Selahattîn Demîrtaş jî wek dîlgirtin nirxand û got ew vê faşîzma li hemberî Kurdan pêk tê ji bîr nakin.
 
Çima HDP: Bersiv zelal e
 
Zelîhayê destnîşan kir ku di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de di serî de Kurd hemû gel divê li dijî tifaqan bibin xwedî helwest û got ew dibêjin HDP ji ber ku li welat pisgirêka Kurd, pirsgirêka jinê, ciwanan û betaliyê heye û partiya ji bo van çareseriyê bîne HDP ye.
 
Zelîhayê her wiha diyar kir ku partiyên çep û sosyalîst ên Tirkiyeyê êdî nikarin pirsgirêkan çareser bikin û ji bo vê jî HDP pirsgirêkan dubare nake, polîtîkayên çareseriyê pêk tîne û ji ber vê jî ji bo çep xurt bibin HDP şert e.