KESK:Ji ser Memur Senê li lijneyên sindoqan peywirdarkirin tê kirin

  • 09:04 16 Hezîran 2018
  • Ramyarî
ENQERE - Ji Pêkhateyên Platforma Hilbijartinên Adîlane KESK’ê Elîf Çuhadar diyar kir ku YSK ji ser Memursen a nêzî hikûmetê li lijneyên sindoqan peywirdarkirinê dike û wiha got: “Baweriya bi Ajansa Anadoluyê diyar e. Di vî alî de  gelek komên çapemeniya alternatîf ji bo encaman teyîd bikin dikarin bi navenda me re bikevin têkiliyê. 
 
Platforma Hilbijartinê ya Adîlane ku HDP, CHP, ÎYÎ Partî û Partiya Saadetê jî tê de ji bo ewlehiya hilbijartinê bigirin xebatan dimeşînin. KESK ya di platformê de jî cih digire ji bo ewlehiya sindoqan bigire wê li gelek herêman xebatan bimeşîne. Sekretera Aborî ya KESK’ê û endama MYK’ê Elîf Çuhadar derbarê platformê de axivî.
 
Elîfê diyar kir ku gelek sazî di platformê de cih digirin û got evqas nîqaşkirina ewlehiya hilbijartinê jî cidiyeta rewşê derdixe holê û got di nokteya ewlehiya sindoqan de hem înstiyatîfên sivîl hem jî partiyên siyasî xebatên cidî dimeşînin. 
 
Elîfê daxuyakirin ku ew wek kedkarên cemawerî di nokteya ewlehiya hilbijartinê de xebatan dimeşînin û YSK ji ser qeymeqamtî û kargeriyan peywirdarkirinê dike û  wiha pê de çû: “Peywirdarkirinên raste rast ji ser Memur Sen a nêzî hikûmetê tên kirin. Peywirdarkirinên kedkarên KESK’ê piranî tê redkirin. Pir kêm di lijneya sindoqê de cih digirin.”
 
‘Dikare bi îmzeyên şil bînin hember hev’
 
Elîfê destnîşan kir ku kedkarên KESK’ê di nokteya parastina sindoqan de îradeyek cidî nîşan didin û wiha pê de çû: “Platformê ji ser înternetê pêkanînek daxistiye telefonan. Bila li ser vê pêkanîna mobîl di lijneya sindoqê de cih bigirin. Ewlehiya sindoqan ku dengê xwe lê bi kar aniye dikare bi pêkanîna telefonê bi îmzeya şil bîne hember hev.”
 
Elîfê balkişand ser barkirina sindoqan a ji aliyê YSK’ê ve jî û daxuyakirin ku armanca wan ev e ku  li gundan mirovan bînin hemberî hev. Elîfê di dawiya axaftina xwe de got wê platform roja hilbijartinê wek ajansekê bixebite.