HDP ji bo 24'ê Hezîranê amade ye

  • 10:13 15 Hezîran 2018
  • Ramyarî
AMED - Koordinasyona Hilbijartina Bajêr a Amedê ya HDP'ê diyar ku ew ê di şeva hilbijartinê de ji bo rewşên awartê li avahiyên HDP'ê maseyên krîzê ava bikin û got:"Ji xeynî ekîbên di nav HDP'ê de hatine avakirin ew ê li derve jî ekîbên me yên gerê hebin. Me ji bo hilbijartina 24'ê Hezîranê tedbîra xwe girtiye."
 
Ji hilbijartinên 24'ê Hezîranê re 10 roj ma. Tiştên ji bo partiyan girîng e yek jê ewlehiya hilbijartinê ye. Ew ê di şeva hilbijartinê de ji bo rewşên awartê li avahiyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) maseyên krîzê ava bikin. Endama Koordinasyona Hilbijartina Bajêr a Amedê ya HDP'ê Rûken Yilmaz diyar kir ku dê ji bo hilbijartinê komisyona hiqûqê bê avakirin û di warê teknîkî de xebatê bên meşandin.
 
Li 16 gundan barkirina sindoqan hatin sekinandin
 
Rûken Yilmaz diyar kir ku bi hewldana wan barkirina sindoqan a li 16 gundan hatiye betalkirin. Her wiha Rûkenê da zanîn ku ji bo xîleyên ku tê xwestin di hilbijartinê de bê divê gel hişyar bin. 
 
'Serî li berpirsiyarên dibistanê bidin'
 
Rûkenê wiha domand:"Ji ber hilbijartinên 7'ê Hezîranê û 1'ê Mijdarê em bi tedbîr in, em dizanin ku em ê çawa tev bigerini. Dema ku di bikaranîna dengan de pirsgirêk derkevin divê serî li berpirsiyarê dibistanê bê dayin. Dê muşahit, berpirsiyarên dibistanê, berpirsiyarên sindoqan û parêzer wê rojê bi awayekî çalak bixebitin."