Herêma Botanê ji bo mîtinga sibehê amade ye

  • 09:12 15 Hezîran 2018
  • Ramyarî
ŞIRNEX - Dê li Cizîrê di 16'ê Hezîranê de bi beşdarbûyîna bi deh hezaran mîtîng bê lidarxistin. HDP'iyan ji bo mîtîngê bang li herkesî kir û got: "Dê ev mîtîng rêyeke nû vebike." 
 
Dê di 16'ê Hezîranê roja şemiyê bi beşdarbûyîna Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî li Taxa Konak a Cizîra Şirnexê li qada vala ya li ber TOKÎ'yan mîtîngeke mezin bê lidarxistin. 
Amadekariyên ji bo mîtîngê temam bûn. 
 
Dê mîtîng saet di navbera 15.00-18.00'an de bê lidarxistin û wê Koma Gulê Xerzan û Ûmût Baran jî bi stranên xwe tev li mîtîngê bibin. 
  
Namzeta HDP'ê Nûran Îmîr, ji bo mîtîngê bang kir: "Divê gelê Botanê hemû berê xwe bide qada mîtîngê." Nûranê destnîşan kir ku dê gel bi coşeke mezin tev li mîtîngê bibe û çavê welatiyên herêmê hemûyan dê li vê mîtîngê be. Nûranê bi lêv kir ku ji ber ku piştî "qedexeya derketina kolanan" ev mîtîng mîtîngeke ewil a girseyî ye, gelekî girîng e. Nûranê got: "Dê ev mîtîng rêyeke nû vebike. Dê Botanî bi rengê xwe vê mîtîngê rengdar bikin." 
 
'Ev mîtînga dê ji hemû kesan re bibe moralek'
 
Hevseroka Şaredariya Dêrgulê û Endama Meclîsa Jinê ya HDP'ê Bêrîvan Ozlem Kutlu jî got:"Ev mîtinga ku em ê li Cizîrê li dar bixin dê ji bo hemû kesan bibe moralek. Peyamên ku dê di mîtingê de bê dayin, dê bersiva gelek tiştî bide. Em dizanin ku gel ji dil ve piştgiriyê didin me. Lê dê beşdarbûna ji bo mîtingê ji bo hemû kesan bibe sedema moralekî mezin. Bi taybet sekna Herêma Botanê ya di pêvajoya dawî de bandorek erênî çê kir. Loma em hêvî dikin ku beşdarbûnek mezin pêk were."