Feleknas Ûca: Yên diçin ser sindoqan bila jinên di destên DAIŞ’ê de bifikirin

  • 09:06 15 Hezîran 2018
  • Ramyarî
ÊLIH - Namzeta parlamenteriyê ya HDP'ê ya Êlihê Feleknas Ûca  got pêşnûmepirsên ji bo Êzidiyên pêşkêşî meclîsê hatine kirin bê bersiv mane û wiha got: “Em ê hem bibin dengê jinên Şengalê hem jî bibin dengê jinên di destên çeteyan de. Gelê diçe ser sindoqan bila jinên di destên çeteyan de bifikirin û dengan bifikirin.”
 
Namzeta parlamenteriyê ya HDP'ê ya Êlihê Feleknas Ûca têkoşîna Platforma Têkoşîna Ji bo Jinên hatine Desteserkirin, pisgirêkên Êzidiyên li Tirkiyeyê û têkoşîna li Meclîsê vegot û bal kişand ser girîngiya hilbijartinên 2018’an. 
 
‘Sê hezar jin di destên çeteyan de ne’
 
Feleknasê diyar kir ku hîna 3 hezar jin di destên çeteyan de ne û wiha dirêjî da axafatina xwe: “Me jî ‘Platforma Têkoşînê ya Ji bo Jinên Hatine Desteserkirin’ ava kir. Ev platfroma ne tenê xilaskirin, piştgiriya psîkolojîk jî dide. Me li kampên Êzidî, Kurdistan, Ewropa û cihên cuda ava kir. Xebatên me li Ewropayê jî didome.”
 
‘Birînek teze her tim heye’
 
Feleknasê destnîşan kir ku komkujiya 73’emîn a Êzidiyan li ber çavê hemû cîhanê pêk hat û got ew di pêvajoyek ku her tim azadiya jinê tê axaftinê de dijîn û wiha pê de çû: “Hîna gelek jin di destên çeteyan de ne. Erdnîgariya Şengalê nehatiye azadkirin. Piştî Şengalê êrîşî gundê Êzidiyan kirin. Mirov hatin revandin.  Piştî qeyûm hatin li kampan Êzidî carek din mexdur bûn. Sê hezar kes birin kampên AFAD’ê. Ev salek û nîve nahêlin kes bikevin kampên AFAD’ê.”
 
‘Ez ê bibim dengê Êzidiyan’
 
Feleknasê di dawiya axaftina xwe de got wê her tim li meclîsê bibin dengê jinên Êzidî û ji bo mafên xwe têbikoşin û bang li hemû kesî kir ku dema diçin ser sindoqan bila jinên di destên çeteyan de bifikirin.