Pervîn Buldan: Ev gel teslîmî zihniyeta we nabe

  • 16:54 13 Hezîran 2018
  • Ramyarî
EDENE - Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratik a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, di ziyareta gel a li Edeneyê de axivî û polîtîkayên AKP'ê û Serokomar Erdogan ên darvekirinê rexne kir. Pervîn Buldan diyar kir ku feraseta Erdogan ji feraseta rejîma Îranê ya darvekirinê ne cudatir e. 
 
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, duh piştî li navçeya Ceyhanê bi hezaran re gihaşt hev, îro di çarçoveya hevdîtina bi jinan re li Muzîkal a Şîrîn bi gel re hat cem hev. Namzetên HDP'ê yên Edeneyê, endam û rêveberên HDP'ê jî di nav de bi hezaran kes amade bûn. Di ziyareta Muzîkal a Şîrîn de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan xitabî sedan hezaran kesan kir û polîtîkayên AKP'ê rexne kir. 
  
Pervînê, polîtîkaya darvekirinê rexne kir û anî ziman ku hişmendiya Erdogan ji ya Îranê ne cûdatir e û wiha got: "Dîroka Tirkiye dîroka darvekirinê ye. Deniz Gezmiş, Seyit Riza darve kirin. Serokwezîrê xwe Adnan Menderes darve kirin. Dîroka Tirkiye dîroka darvekirinê ye. Niha jî dixwazin destên Selahattin Demirtaş wekî destbixwîn bidin nîşandan. Destê wî destê gulan û destê aştiyê ye. 
  
Gelê me dê di 24'ê Heziranê de li ser sindoqê hesab bipirse. Bi deng û vîna xwe dê hesab bipirse. Zêde dema me tuneye. 11 rojên me mane. Em dê bêtir bixebitin. Em nekevin nava rehaveta ku em bendavê derbas dikin. Dîsa gelek rîsk li pêş me hene. Divê heta dawî em di nava seferberiyê de bin. Ji bo pêşeroja jinan, ciwanan û gelê Edeneyê li pêşeroja xwe û sindoqan xwedî derkevin." 
 
Pervînê piştî axaftinê li gel jinan derbasî Muzîkal Holê bû.