Partiyên Kurdistanî ji bol HDP'ê banga piştgiriyê kirin

  • 12:58 13 Hezîran 2018
  • Ramyarî
NAVENDA NÛÇEYAN -  Tevgera Azadî, PAK, PDK û PSK'ê li ser navê "Tifaqa Hilbijartinê ya Kurdistanî" daxuyaniyeke nivîskî weşandin.
 
Tevgera Azadî, Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), bi daxuyaniyeke li ser navê "Tifaqa Hilbijartinê ya Kurdistanî" daxuyaniyeke nivîskî weşandin. Di daxuyaniyê de banga "Di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de bi hesasiyeta neteweyî ya demokratîk dengên xwe bi kar bînin" kir.
 
Tifaqa Hilbijartinê ya Kurdistanî diyar kir ku wan hewl dane tifaqeke hilbijartinê ya berfireh ava bikin û bang li dengdêrên xwe kirin ku di tûra yekemîn de dengê xwe nedin Tifaqa Cûmhûr û Millet û nedin namzetên wan ên serokkomariyê.
 
Tifaqê ragihand ku  Erdogan û partiya xwe li polîtîkya berê ya dewletê vegeriya ne û mafên bingehîn ên Kurdan weke gefekê li dijî "siberoja dewletê" dibînin.
 
'Dengê xwe medin AKP'ê'
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Nêzî du sal in AKP li ser meseleya Kurd, der barê maf û azadiyan de gotineke bi tenê jî negotiye. Li şûna vê yekê pesnê xwe bi operasyonan û kuştinê dide."
 
Tifaqê bal kişand ser gotin û polîtîkayên AKP'ê yên ku başûrê Kurdistanê biçûk dixîne û di êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Efrînê de jî ku bi zimanekî siyasî yê pesnê xwe bi hejmara kuştiyan dide û ev tişt hat gotin: "gotinên AKP Partî yên niha û beyannameya wê ya hilbijartinê nîşan didin ku wê siyaseta xwe ya tirsnak bidomîne.  "Ji ber vê yekê em bang li gelê xwe dikin ku dengê xwe di hilbijartina Serokkomariyê de nede Erdogan ku polîtîkaya fermî ya înkar û asîmîlekirina Kurdan bi rê ve dibe."
 
Tifaqê xwest, li derveyî Demîrtaş deng ji namzetên din re jî neyê dayin û di berdewamiyê  de wiha hat gotin: "Ev helwesta me wê zemînekê amade bike ku di tûra duyemîn a hilbijartinên Serokkomariyê de destê kurdan xurtir bibe û kurd bi rola diyarker rabin."
 
'Bi hişmendiya kurd û kurdistanî tevbigerin'
 
Tifaqê biryara xwe ya ji bo piştgirya HDP'ê û Demîrtaş wiha aşkera kir: "Tevî hemû kêmasî û şaşitiyan jî, di hilbijartina Serokkomariyê de em ê dengê xwe bidin Selahattîn Demîrtaş ku mexdûr e." 
 
Li ser hilbijartina parlamenteriyê jî tifaqê diyar kir ku ew bawer in, endam û alîgirên wan wê bi hişmendiya Kurd û Kurdistanî, bi hesasiyeta neteweyî dengê xwe bidin û wiha hat gotin "Bi vê bîr û baweriyê, di hilbijartina parlamenteriyê de endam û alîgirên me azad in."