Xebatên hilbijartinê yên HDP'ê bi coşek mezin didome

  • 10:14 13 Hezîran 2018
  • Ramyarî
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi beşdarbûna namzetên parlementeriyê yên HDP'ê buroyên hilbijartinê yên ku li Amedê vedibin piştre vedugehera qada mîtîngê. Li Qûmçatiyê jî bi sedan kes di çalakiya hilbijartinê de govend gerandin. Li Stenbolê jî namzetan heta saetên şev ên dereng xebatên xwe yên hilbijartinê domandin. 
 
Xebatên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên hilbijartinê bê navber didomin. Do HDP'ê li Semta Gaziler a Navçeya Kayapinara Amedê buroya hilbijartinê vekir. Namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê Hişyar Ozsoy, Saliha Aydeniz, Remziye Tosun, Abdurrahim Durmuş, Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Ziya Pîr, Hevserokên HDP û DBP'ê, rêveberên wê û gelek kes beşdarî vekirina buroya hilbijartinê bûn. Li buroya hilbijartinê pankartên "Dê aştî û biharê jinê binîn", "Jin xweza ye dest nede xwezayê", "Jin jiyan azadî" hat aliqandin. Vekirina buroyê ya hilbijartinê veguherî mîtîngê. 
 
'Ji bo jiyanek azad HDP'
 
Namzeta Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosun di vekirina buroya hilbijartinê de axivî û got:"Îktidara AKP'ê 16 sal in ku mal û kuçe talan kir û dixwaze kurdan tune bike. Lê em Kurd neqediyan, em  hene û îro em li vir in. Em ê di 24'ê Hezîranê de li Cizîrê, Sûrê û Nisêbînê li sindoqan xwedî derkevin. Bersiva 24'ê Hezîranê Dayika Taybet, Mehmet Tunç, Ekin Wan û Cemîle ye. Ji zarokên xwe, ji bo jinan û ji bo jiyanek azad em dibêjin HDP."
 
Piştî axaftinê qurdeleya buroya hilbijartinê ji aliyê Dayikên Aştiyê hat jêkirin. Piştî vekirinê Hunermend Mesur Gever û Azad Bedran stran gotin û dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî Serok Apo", "Girtiyên siyasî rûmeta me ye" hatin berzkirin. 
 
Vekirina buroya hilbijartinê bi tililiyan û gerandina govendê bi dawî bû. 
 
Li Dêrgulê şahiya hilbijartinê
 
Li bajarokê Dêrgulê yê Şirnexê jî şahiya hilbijartinê ji aliyê HDP'ê ve hat lidarxistin. Namzetên Parlamenteriyê yên HDP'ê yen Şirnexê Hasan Ozguneş, Huseyin Kaçmaz, Hevseroka Şaredariya Dêrgulê Bêrîvan Ozlem Kutlu, Rêxistinên Navçe û Bajêr beşdarî şahiya hilbijartinê bûn. Jinan bi cilên xwe yên gelêrî şahî geş kirin. Dirûşmên "Dengê me namûs, namûs nayê firotin", "Em ê serî hildin û bi ser bikevin" hat berzkirin. Bi sedan kesî govend gerandin. 
 
'Dê gelê Botanê bersivê bide polîtîkayên qirêj'
 
Hevseroka Şaredariya Dêrgulê Bêrîvan Ozlem Kutlu axaftinek kurt kir û got:"Îktidara AKP'ê bi komkujiyan, bi girtinan, bi kuştinan hewl da ku gelê Kurd tune bike. Lê gelê me bi têkoşîna xwe ev hewldana vala derxist. Dê gelê Botanê bersivê bide polîtîkayên qirêj."
 
Stenbol
 
Li Stenbolê jî xebatên HDP'ê bê navber didome. Ji bo mîtinga ku dê roja yekşemê li Bakirkoyê çê bibe xebat didomin. Namzetên Parlamenteriyê yên HDP'ê bi eleqeyek mezin tên pêşwazîkirin. 
 
Namzeta Parlamenteriyê ya HDP'ê Gulfiraz Saglik, standa hilbijartinê ya li Qada Ugur Mumucu ya Sîlîvriyê ziyaret kir. Piştre beşdarî xebatên kuçeyan bû. 
 
Li Tuzlaya Aydinliyê jî xebatên hilbijartinê pêk hat. Li Bazara Sêşemê ya Aydinliyê gel eleqeyek mezin dan standa hilbijartinê. 
 
Li navçeya Umraniyeyê jî Namzetên Parlamenteriyê yên HDP'ê Ertan Hatimoglu, Alya Akkuş bazirganên Kuçeya Ihlamurkuyuyê ziyaret kir. Li Kuçeya Kanaryayê buroya hilbijartinê ya HDP'ê hat vekirin.