‘Tifaqa me jî têkoşîna me jî bi 24’ê Hezîranê ne sînor e’

  • 09:08 12 Hezîran 2018
  • Ramyarî
Berîtan Canozer
 
STENBOL - Endama Partîzan a di hilbijartinê de bi HDP’ê re bûye hevkar, Rahîme Karvar  diyar kir ku wê têkoşîna wan bi hilbijartinê sînor nebe û wiha got: “Heta Kurd zimanê xwe bi kar neyne, erdnîgariya xwe bi rê ve nebe û nebe netew em ê bi HDP’ê re ligel hev bixebitin.”
 
Endama Partîzan Rahîme Karvar sedema piştgiriya ji bo HDP’ê vegot. Rahîmeyê diyar kir ku ji 2008’an heta niha di alî serdestan de zemîn diheje û ligel vê bindest jî di berxwedanê de ne. 
 
Rahîmeyê bi lêv kir ku mînaka herî mezin çalakiyên Geziyê ne û wiha pê de çû: “Bi mîlyonan kesî nerehetiya xwe ya li dijî desthilatdariyê anî ziman. Di heman rojan de li Rojava şoreş pêk hat. Di heman demê de şoreşa Kurd.”
 
‘Gelan got HDP’
 
Rahîmeyê di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Çalakiyên 6-8’ê Cotmehê Tirkiye tirsand. Jinan, ciwanan, bindestan li dijî AKP’ê îtîraza xwe bilind kirin. Piştî van hilbijartinên 7’ê Hezîranê pêk hat. Gelan got HDP û serkeftinek mezin derket holê.”
 
‘Bi OHAL’ê re sûc zêde bûn’
 
Rahîmeyê destnîşan kir ku piştî 7’ê hezîranê bi HDP’ê re bûne tifaq û got HDP hêza muxalefetê ya hevkar e. Rahîmeyê balkişand ser OHAL’ê û da zanîn ku bi OHAL’ê re sûc zêde bûne û niha AKP’ê fêm kir ku tenê ji bin vê nikare derkeve bi MHP’ê re tifaq kiriye.
 
Her kes dixwaze AKP têk biçe
 
Rahîmeyê daxuyakirin ku di 24’ê Hezîranê de dengê hevpar yê mîlyonan kesî heye û got her kes dixwaze AKP têk biçe û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê em hemû ligel hev cih bigirin û bi HDP’ê re bimeşin. Çi ji destên me bê em ê bikin.”