Pervin Buldan: Em iktidara Erdogan di 24'ê Heziranê de hilweşinin

  • 17:27 11 Hezîran 2018
  • Ramyarî
RIHA - Hevseroka HDP'ê Pervîn Bûldan, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeya Bîrecîkê ya Rihayê bi gel re hat cem hev. Pervîn li Bîrecîkê xitabî hezaran kir û got: "Wan parlamenteriya parlamenterên  me xistin lê bi milyonan îro li şûna wan hene. Wan parlmaenteriya parlamenterên me xist, em ê di 24'ê Hezîranê de îktîdara wan bixin. Em soz didin di 24'ê Hezîranê de em ê dawî li tecrîdê bînin û em ê tecrîda li ser Birêz Abdul Ocalan bi dawî bikin." 
 
Hevseroka HDP'ê Pervin Buldan, di çarçoveya xebatên hilbijartina 24'ê Hezîranê de li navçeya Bîrecikê bi gel re hat cem hev. Pervîn û heyeta pê re ji aliyê hezaran kesî ve hat pêşwazîkirin. Pervîn li Bîrecîkê di bin germahiya zêde de xîtabî hezaran kir. 
 
Axaftina Pervînê wiha ye: 
 
24'ê Hezîranê ji bo Tirkiye roja qederê ye. Gelê kurd, ereb, turkmen, laz, çerkez û hemû pêkhateyên li Tirkiye dê piştî 16 salan qedera xwe diyar bikin. Îktîdara 16 salan ji bilî zilmê tiştek ji bo gelê Tirkiye neanî. 24'ê Hezîranê dê bibe roja dawî ya vê zilmê. Îktîdara AKP'ê di 16 salan de tenê xizmên xwe dewlemend kir û pere bi wan re da qezenckirin. 
 
Em komkujiyan ji bîr nakin
 
Riha li gel ku axa bi bereket e,  xizanî û betalî li ser gelê Rihayê ferz kirin. Ji ber vê yekê gelê Rihayê neçar bûn ku koçî metrepolan bikin û karê xelkê bikin. 
 
Hêj duh li Enqere ji ber kurd bûn 2 ciwanên kurd rastî êrîşa nijadperestiyê hatin. Ev êrîşa nijadperest encama hişmendiya polîtîkayên AKP'ê ye.  Her çend ew bi vê hişmendiyê bixwazin gelan ji hev qut bikin jî em ê tu carî ji hev qut nebin. Em û gelên din dê her dem li ser vê axê di nava aştiyê de bi hev re bijîn. Bi partiya ku dijminantiya kurdan dike re mil xistine hev û li dijî kurdan bûne tifaq. Me komkujiya Roboskê, Komkujiya Pirsûsê dît. Em tu carî van komkujiyan ji bîr nakin û nadin ji bîr kirin. 
 
Kurd dê bin yek û bersîvê bidin
 
Ji ber ku komkujiya Pirsûsê nehat ronîkirin, piştî wê li Enqere komkujî pêk hat. Ji ber ku komkujiya Enqereyê nehat ronîkirin îro mirov tên kuştin. Em dê kuştina her zarok, kal û pîrî ji hikûmeta AKP'ê bipirsin.  Dibe ku ew jiyanek wisa bispêrin, lê em dibêjin heta ku hûn înkar bikin û hûn kurdan tune bikin, kurd dê bibin yek û dê bersîva herî xurt di 24'ê Hezîranê roja hilbijartinê de bide. Wan em nas nekirin. Wan em nedîtin û nebihîstin. Ji ber ku em nedîtin ceza li wekîlên me birîn. Wekîltiya Osman Baydemîr, Îbrahîm Ayhan û Dîlek Ocalan xistin. Dibe ku wan wekîltiya wekîlên me xistibin, lê îro bi milyonan Ocalan, Ayhan û Baydemîr hene. Dibe wan wekîlên me xistibîn, lê em dê di 24'ê Hezîranê de îktîdara wan bixin.  Wan xwest ala DAIŞ'ê li ser vê axê bilind bikin. Lê gelê kurd destûr neda vê yekê û dê tu carî destûr nede. 13 roj şûnde gelê kurd dê i AKP'ê û Erdogan xelas bibe. Wan der barê hemû hewldanên aştiyê de înkar kirin. Aştî nas nekirin. 
 
Em ê tecrîdê bi dawî bikin
 
Niha li ser birêz Abdullah Ocalan ê di têkoşîna aştiyê de kedek mezin heye tecrîda giran heye. 3 salin agahî ji Birêz Ocalan nayê stendin. Em soz didin em dê di 24'ê Hezîranê de tecrida li ser Birêz Ocalan bi hevre rakin.  Tu sûcê Birêz Demîrtaş tune, lê îro wekî dîl tê girtin. Dibe ku wan dîl girtibe, lê îro li Tirkiye bi milyonan Selahattîn Demirtaş hene û hemû ji bo wî xebatê dikin. Niha bi hezaran hevalên me, hevşaredar, wekîl û rêveberên be neheq girtî ne. Îro hemû walî, qeymeqam û erkdarên dewletê li gel AKP'ê li gundan li dengan digerin û ji bo mirov dengê xwe bidin AKP'ê gefan li mirovan dixwin. Em dibêjin li şûna gefan bila mirov bi dildarî bi we hev girêdayî bin. 
 
HDP hêvî û bawerî ye
 
HDP hevî û baweriya vî welatî ye. Em soz didin ku piştî 24'ê Hezîranê dê her tişt bi HDP'ê biguhere. Her tişt bi HDP'ê xweşik û aram bibe. Em dizanin gelê li ser vê axê her dem li dijî neheqiyê li ber xwe daye û dê dîsa li ber xwe bidin. Em dibêjin dema hûn çûn ser sindoqê destê xwe bidin ser wîcdanê xwe û dengê xwe bidin. Dema we we deng da Osman Baydemîr, Dîlek Ocalan, Îbrahîm Ayhan, Girtiyên zindanan û Demîrtaş ji bîr nekin. Ger ku em bawer bikin em dê bi ser bikevin. Em bibiryar û bawerî bin.Tu kes nikare me ji têkoşîna me paşve vegerîne. Ev têkoşînek mezin, bi rûmet e. Em li dengê xwe namzetên xwe û sindoqan xwedî derkevin. Baweriya min a ji bo gelê Rihayê tam e. Em dê an bi ser bikevin an bi ser bikevin. Teqez em dê bi ser bikevin. An serkeftin An Serkeftin. An azadî an azadî.