Jinên Amedê: Guhertin wê bi têkoşîna me pêk were

  • 09:10 11 Hezîran 2018
  • Ramyarî
AMED - Jinên Amedê diyar kirin ku jin û hemû aliyên bindest bi HDP’ê dikarin bên temsîlkirin û gotin dengek jî dengek e û ev bi jinan dikare bê pêkanîn.
 
Ji jinan ji bo HDP’ê piştgiriyên mezin tên û jinan diyar kirin ku ew dengên xwe didin HDP’ê û sedema wê jî vegotin.
 
Hasret Akar bi lêv kir ku ji bo mafê jinan, ji bo azadiya jinan û cîhanek bi edelet dengê xwe dide HDP’ê. Hasretê girtina namzetê serokomariyê Selahattîn Demîrtaş jî bi bîr xist û wiha pê de çû: “Ligel vê Sebahat Tucnel û Fîgen Yuksekdag  û bi hezaran siyasetmedar hatin girtin. Ji ber vê hilbijartina 24’ê Hezîranê hilbijartina edeletê ye. Di OHAL’ê de hilbijartin tê kirin. Divê hemû kes biçin ser sindoqan û xwedî li dengên xwe derkevin. Ji ber vê divê hemû li qada bin. Dengek jî dengek e. Em dibêjin bi te diguhere.”
 
‘Ji bo pêşeroja zarokan HDP’
 
Guler Çîftçî jî anî ziman ku ew  dixwaze bi taybet li gel jinan be û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez dixwazim li cem dayikan bim.  Tiştên tên kirin ne adîlane ye. Ji ber vê ez dengê xwe didim HDP’ê.  Li erdgîhariya me her tim OHAL hebû. Ez dixwazim ev rewş biguhere. Divê em ji bo pêşeroja zarokan dengê xwe bidin HDP’ê.”
 
Ulaş Kizgindemîr daxuyakirin ku wan OHAL li Kurdistanê bi awayekî çalak jiyane û got OHAL’a wan tu car neqedyaye û got wê dengê xwe li alî HDP’ê bi kar bîne.
 
‘Em bi nanê xwe tên tehdîdkirin’
 
Zeynep Demîr Akçer jî bal kişand ser pêvajoya OHAL’ê û wiha got: “Bi hezaran karker û kedkar hatin îxrackirin. Yên mane jî bi nanê wan tên tehdîdkirin. Ev jî bi hinceta OHAL’ê tê kirin. Ji bo welat bi OHAL’ê neyê rêvebirin ez dibêjim HDP.”