Ji HADEP’ê heta HDP’ê têkoşîna 28 salan:Heta jin û Kurd azad nebin demokrasî nayê

  • 09:05 11 Hezîran 2018
  • Ramyarî
MUGLA - Yek ji namzeta HDP’ê ya Muglayê Sebahat Firat diyar kir ku li Tirkiyeyê demokrasî û azadî bi têkoşîna Kurd û jinan dikare pêk bê. Têkoşîna Sebahatê ya 28 salan ji HADEP’ê heta HDP’ê dirêj dibe û bang li jinan kir ku ji bo azad bibin divê HDP’ê tercîh bikin.
 
Li Muglayê ji 7 namzetên HDP’ê 4 heb jin in.  Sebahat Firat di rêza 6’emîn de cih digire. Sebahatê,  diyar dike ku ew wek jinek Tirk ji bo azadbûna gelên Tirkiyeyê, ji bo mafên Kurdan û demokratîkbûna Tirkiyeyê bi HDP’ê re ye.
 
Sebahat di salên lîseyê de bi hevkariya Malêngel  têkoşîn nas kir û di ÎHD’a Enqereyê de li dijî binpêkirina mafan têkoşîn da. Sebahat ku di 1999’an de di xebatên efûyê yên giştî de cih girt, di HADEP’ê de siyaset berdewam kir.  Li serokatiya HDP’a Polatliyê kir û 28 sale li Mîlasê ye. Sebahat ku du zarokên wê hene kedkara malê ye.
 
‘Demokrasî di têkoşîna Kurd de derbas dibe’
 
Sebahatê bi lêv kir ku demokrasî dikare bi têkoşîna Kurd û azadiyê bê û bal kişand ser derûniya ku şerê bi salan didome afirandiye. Sebahatê daxuyakirin ku hem dayikên leşkeran hem jî dayikên Kurd êşê dikşînin û HDP di vê mijarê de dikare çareseriyê pêk bîne.
 
‘Ez ji bo têkoşîna azadiya jinê bi HDP’ê re me’
 
Sebahatê destnîşan kir ku pergala hevserokatiyê tenê di HDP’ê de heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mînak li Muglayê di tu partiyê de di rêza yekem de namzetên jin tuneye. Piranî ji rêza çaremîn dest pê dikin. Lê di ya me de di destpêka rêzê de du heb jin in. Ev jî tê wateya ku jin nebin kirdeya têkoşîna azadiyê jî nabe, ji ber ku jin nîvê civakê ava dikin. Divê piraniya mêran a li meclîsê bê kişandin û jin zêdetir biçin meclîsê.  Ya ku vê pêk bîne jî HDP ye. Her wiha divê li Muglayê meclîsên jinan bên avakirin. Ji bo jin azad bibin divê HDP’ê tercîh bikin.”