'Em ê bi hêza xwe ya hevpar AKP'ê têk bibin'

  • 18:02 10 Hezîran 2018
  • Ramyarî
STENBOL - Li Stenbolê, bi hezaran kes tevli mîtînga HDP’ê ya Kartalê bûn. Di mîtîngê de Hevseroka HDP'ê ya Bajêr Esengul Demîr axivî û got: “Em ê bi hêza xwe ya hevpar AKP'ê têk bibin û di sendoqê de veşêrin.” 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê, li Qada Kartalê bi tevlîbûna hezaran kesî mitinga herêma 1’emîn a Stenbolê pêk anî. Gel beriya mîtîngê bi saetan hatin qadê, alên HDP’ê li ba kirin û li ber stranan guvend gerandin. Nemzetên HDP’ê yên herêma 1’emîn a Stenbolê, partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û nûnerên komelyan  beşdarî mîtîngê bûn. Jinan jî bi reng û dengê xwe qad xemilandin. 
 
Hevseroka HDP’ê ya Stenbolê Esengul Demîr di destpêka  mîtîngê de axivî û wiha got: “Em ê karê xwe yê me di 7’ê Hezîranê de nivçe hiştî, di 24’ê Hêzîranê de temam bikin. Emê desthilatdariyê di vê hilbijartinê de têk bibin. Ez bang li gel dikim ewlekariya sindoqên xwe bigirin û dengên xwe biparêzin. Ji bo vê bila gel hemû gel biçin avahiyên HDP’ê yên navçe û bajêr.”
 
Huda Kaya: Tehemûlî ketil jî nekirin
 
Piştre Parlamentera Stenbolê ya HDP'ê Huda kaya axivî û ev tişt got: "Tehemûla wan ji ketilê Selahatîn Demîrtaş re jî tune ye. Ketil jî wekî terorîst nîşan dan. Ciwan ji ber ku bi kurdî stran gotine di girtîgehê de ne. Kesên ku li ser medya civakî gotin, 'Em şer naxwazin' jî hatin girtin. Em ê di 24'ê Hezîranê de hesabê van hemûyan biprisin."  
 
 
Mîtîngê bi axftinên namzedan û bi govendê bi dawî bû.