‘Derbaskirina bendê ya HDP'ê pir girîng e’

  • 09:59 10 Hezîran 2018
  • Ramyarî
STENBOL-Aktîvîsta Înstiyatîfa Pêngavek Din Sultan Gurbey diyar kir ku derbaskirina bendê ya HDP'ê ji bo her kesî gelek girîng e û aktîvîsta din Ozge Akman jî bang kir ku divê demildest Selahattin Demîrtaş bê berdan.
 
Însiyatîfa  Pêngavek Din  ya di rojên dawî de bi çalakiyên xwe tê rojevê, der barê rojevên hilbijartin û rojevên din yên welat de xebatan dimeşîne. Însiyatîf di HDP’ê de cih nagire lê li gorî HDP’ê xebatan dimeşîne.  Însiyatîf ji akademîsyenên aştiyê, parêzerên Aladag, parêzerên Somayê, xwendekar û gelek sosyalîstan pêk tê.
 
Sultan Gurbey  der barê însiyatîfê de axivî û got însiyatîfê beriya hilbijartinan dest bi xebatan kiriye û piştî hilbijartinan muxatabên polîtîkayên pêk tên welatî ne.
 
‘Divê Demîrtaş azad xebatan bimeşîne’
 
Sultanê got hedefa wan ya ewil wek însiyatîf nazmetê HDP’ê yê serokomariyê Selahattîn Demîrtaş bê berdan e  û got ew wek hilbijêr û Demîrtaş jî wek namzet ji mafên xwe bêpar tên hiştin. Sultanê destnîşan kir ku  derbaskirina ji sedî 10 bendê gelek girîng e û got: “Piştî hilbijartinan jî têkoşînek me dipê. Me ev berê tecrube kir. Em naxwazin 25’ê Hezîranê wek 8’ê hezîranê şiyar bibin.”
 
‘Piştî hilbijartinê wê xebatên me bidomin’
 
Aktîvîstek din ya însiyatîfê Ozge Akman jî bal kişand ser mijara bendê û  got di 24’ê hezîranê de ji bo ji rejîma yek mêrî xilas bibin, şert e ku HDP bendê derbas bike.  Her wiha Ozgeyê daxuyakirin ku yekane daxwaza wan ev e ku Selahattîn Demîrtaş demildest serbest bê berdan.