Namzeta Îzmîrê Ayşe Yilmaz: Em ne ji siyasetmedarên ser maseyê ne

  • 09:10 9 Hezîran 2018
  • Ramyarî
ÎZMÎR - Namzeta HDP’ê ya Îzmîrê Ayşe Yilmaz diyar kir ku wê HDP gelek tiştî biguhere û got wek 7’ê Hezîranê bikin wê ew jî li kolanan bin.
 
Ayşe Yilmaz bi salan ji bo azadiya jinan têkoşîn daye û namzeta herêma duyemîn a Îzmîrê ya HDP’ê ye.  Ayşeyê ji 1972’an heta îro di têkoşîna rêxistinkirî de di xebatên ciwan û karkeran de cih girtiye û di dema 1975-1980’ê de damezrênerî û derhêneriya Member û PTT-Der kiriye.  Di 1993’an de Yekîtiya Jinan a Kedkar ava kir û heta 1999’an nûneriya EKB’ê kir.  Wek damezrîner di KESK û Tum-Bel Sen de cih girt.  Heta 2000’î  heta teqawît bû endamtiya wê berdewam kir. Ji 2004’an heta 2011’an di rêveberiya Navenda Giştî ya ÎHD’ê de cih girt. Ji 1993’an şûnde di têkoşîna jinên kedkar û hem jî di têkoşîna li dijî windayên binçavan de cih girt. 
 
Nûnera ICAD 
 
Ayşe ji sala 2006’an heta niha nûneriya Komîteya Têkoşîna Li Hember Windayên Binçavan a Navneteweyî-ICAD-Tirkiyeyê de dike ji 1973’an heta niha we jinek sosyalîst têkoşîna xwe di ESP’ê de dimeşîne.
 
Ayşe diyar dike ku hemû namzetê jin profîlek wan a ku şer hildigirin heye û wiha pê de çû: “Ev min ser bilind dike. Ji ber van ez ji HDP’ê namzet im. Ez dibêjim jin jiyan azadî û her wiha dengek ji HDP’ê re dengek ji Selahattîn Demîrtaş re. Ez ji bo kesên di encama kuştinên kiryar nediyar de winda bûne bên dîtin li vir im. Em ji xwe bawer in. Ez bawer dikim ku em ê her tiştî biguherin. Em ne li ser maseyan em li kolanan e.”