Namzetên HDP’ê yên Dîlokê li her derê ne

  • 09:09 9 Hezîran 2018
  • Ramyarî
DÎLOK - Guler Erat û Mizgîn Yaman ku ji çar jinên di ‘Xwarinên malê yên Morjînê’ de dixebitin, namzetên HDP’ê ne.  Mizgîn ji hunermendên NÇM’a hat girtin û Guler jî jinek ji komkujiya Mereşê xilas bûye.
 
Namzeta HDP’ê ya Dîlokê Guler Erat xwendiyê Xwarinên malê yên Morjînê ye.  Hemû kesên di Morjîn de dixebitin jin in. Mizgîn Yaman ya ligel Gulerê dixebite jî namzeta HDP’a Dîlokê ye. Guler jinek Elewî ya Kurd e û di zarokatiya xwe de ji komkujiya Mereşê ya 1978’an xilas bûye.  Êş û tiştên di komkujiyê de jiyaye hîna bi awayekî zindî hîs dike. Piştî darbeyê peymana wê ya bi zanîngeha taybet re betal dibe û vê carê plan dike cihekî jin tên îstîhdamkirin vebike. Salona Morjîn Ev Yemeklerî vedike. Niha 4 xebatkarên wê yên jin hene. Çîroka her yekî cuda ye. Mizgîn a li cem Gulerê dixebite jî ji HDP’ê namzet e. 
 
‘Ez nav çar dîwaran de mam’
 
Guler diyar dike ku berê di saziyê de dixebitî û ev 6-7 sale bazirganiyê dike û wiha pê de çû: “Berê ez di nav çar dîwaran de mabûm. Min got êdî bes e. Ez bi bazirganiyê re mijul dibim. Ez li zanîngehek taybet bazirganiyê dikim.  Min alavên kirtasiyê difirot. Peymana min a sê salan hebû. Lê piştî 15’ê Tîrmehê hat betalkirin.”
 
Guler demekê hevserokatiya HDP’a Dîlokê dike û demekê jî tê girtin. Guler piştî ji girtîgehê dertê Mojînê vedike. Gulerê got wê komkujiya Mereşê jî jiyaye û wiha pê de çû: “Yekane partiya ez xwe têde îfade dikim HDP ye. Hikûmeta AKP’ê ji bo Elewiyan pêngavek navêtiye.  Mizgeftê çê dike lê mala cemê çênake. Lê hemû bawerî xwe di HDP’ê de dibînin. Ez jî ji ber vê li vir im.”
 
‘Ez dixwazim ji jinên ciwan re bibim cesaret’
 
Mizgîn Yaman ku yek ji muzîsyenên NÇM’ê ye niha ji ber NÇM hatiye girtin nikare muzîkê bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi hinceta OHAL’ê dest danîn ser hunera me. Hewl dan stranên me yên Kurdî qedexe bikin. Cihên ku ensturmanên me tê de bûn girtin. Piştre ji ber cihê me tunebû me nikarîbû tiştekî bikin.” 
 
Mizgîn hîna 22 salî ye û got divê ji bo guherînê ciwan bikevin nav tevgerê.