Namzeta Konyayê Berna Çelîk: Enqere ji me ne dûr e

  • 09:07 9 Hezîran 2018
  • Ramyarî
KONYA - HDP li Konyayê ji xwe bawer e.  Berna Çelîk a namzeta HDP’ê ya Konyayê ye û eleqeyek mezin ji jinan dibîne, wiha got: “Em jin divê mil bidin hev, hêza xwe bikin yek û dakevin qadên azad. Enqere di alî kîlometre de ji me ne dûr e.”
 
Namzetên HDP’ê li taxên Golyazi, Cîhanbeylî, Beşkavak, Çol, Saraçoglu Karacadag mal bi mal geriyan û bi jinan re tên cem hev. Namzeta Konyayê ya rêza 2’emîn Berna Çelîk diyar kir ku HDP ji ber partiyek jin tê de kirde ye ji HDP’ê bûye namzet.
 
Bernayê wiha berdewam kir: “Niha xebatên me yên buroyan hene. Em hewl didin gel daxînin qadan. Piranî Kurdên vir li Ewropayê dijîn. Sedema çûyîna wan yek jê jî şert û mercên aborî ye.  Ji ber koçberiya bi zorê mêr diçin Ewropayê. Li dijî vê hemû bar dikeve ser milê jinan. Hem hewl didin li ser piyan bisekinin û hem jî hewl didin li zarokên xwe binêrin. Jinên Konyayê eleqeyek mezin nîşanê HDP’ê dide. Em di dema xebatan de coşa jinan dibînin. Jin dikarin mil bidin hev û bibin hêz, dakevin qadan.”
 
‘Enqere ji me ne dûr e’
 
Bernayê daxuyakirin ku ew di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de gelek ji xwe bawer in û got ew ê sekna bi rûmet a Herêma Anatolya Navîn bibin parlamentoyê û bang li hemû kesî kir ku di 24’ê Hezîranê de  xwedî li dengên xwe derkevin.