Namzeta ciwan a Edeneyê: Ez ê dengê nexweşên SSPE’ê bidim bihîstin

  • 09:04 8 Hezîran 2018
  • Ramyarî
EDENE - Rozerîn Tosun a diçe zanîngehê û namzeta HDP'ê ya Edeneyê  ye, diyar kir ku ew ê dengê nexweşên SSPE'ê û xwişka wê ya SSPE ya di 7 saliya xwe de jiyana xwe ji dest daye, bide bihîstin.
 
Rozerîn Tosun ku li Zanîngeha Çukurovayê beşa Rehberî û Şêwirmendiya Psîkolojîk pola 3'emîn dixwîne li Edeneyê ji HDP'ê di rêza 9'emîn de namzet e. Rozerînê diyar kir ku berê fikrek wê ya ku tevlî siyasetê bibe tune bûye û got ew li dijî zextên li welat, bûye namzet û got ew dixwaze bibe dengê jin û zarok, ciwanan.
 
Rozerînê destnîşan kir ku bi namzetiya wê re bûye hêviya ciwanên zanîngehê û wiha got: "Ciwanên ku tên tirsandin û dikevin fikaran hene. Lê divê em di siyasetê de cih bigirin. Li bajarê ku ez ji bo xwendinê hatim, ez bûm namzet.
 
'Ez ê nexweşiya xwişka xwe li meclîsê bînim ziman'
 
Rozerînê piştî gundê wan dişewite ji Licê koçî Amedê dikin û got tevî hemû zor û zehmetiyan malbata wê girîngî daye perwerdeya zarokên xwe û got: "Dema em bi Kurdî diaxivîn dewletê bi zor Tirkî fêrî me dikir. Xwişka min ji ber derziyên bayat di 7 saliya xwe de ji ber nexweşiya SSPE jiyana xwe ji dest da. Ez biçim meclîsê ez ê nexweşiya xwişka xwe bînim ziman.  Li herêma me aşkere ye ku derziyên bayat dane zarokên Kurdan. Me ne dikaribû dengê xwe bidan bihîstin û ne jî dikaribûn deriyên xwe bigirin."
 
Em zanîngehên azad dixwazin
 
Rozerînê sedema namzetiya xwe ya ji HDP'ê vegot û destnîşan kir ku ew dixwazin zanîngeh bibin qadên azad û ji ber min mudaxale qebûl nekir ez ji HDP'ê bûm namzet. Rozerînê bi lêv kir ku divê ji ber vê her kes xwedî li dengên xwe derkevin.