Sever Uzun a ku keça wê li Reqqayê jiyana xwe ji dest da: Ez ê ji bo azadiyê bixebitim

  • 09:10 6 Hezîran 2018
  • Ramyarî
EDENE - Keça Sever Uzun di hemleya azadiya Reqqayê ya li dijî çeteyên DAÎŞ'ê de, jiyana xwe ji dest da. Sever Uzun a ku namzeta HDP'ê ya Edeneyê ye anî ziman ku ew ê ji bo aştî û azadiyê bixebite. 
 
Sever Uzun namzeta parlamenteriyê ya rêza 3'emîn a Partiya Demokratîk a Gelan e (HDP) û di heman demê de dayika aştiyê ye. Severa ku ji Semsûrê ye anî ziman ku ew ji bo têkoşîna keça xwe ya ku di têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, ji HDP'ê bû namzet û got:"Ji bo têkoşîna parastina mafê jinê, aştî, azadî û demokrasiyê ez dibêjim HDP."
 
Severê yek ji malbatên Kurd ên ku ji ber polîtîkayên qirkirinê koç kiriye. Severê da zanîn ku di serdema AKP'ê de êrîşên li dijî gelê Kurd û jinan zêdetir bûye û  got:"Jin li dijî AKP, DAÎŞ û yên dijminê jinê ne têdikoşe."
 
'Ji ber ku ez di bin sîwana HDP'ê de dixebitim ez serbilind im'
 
Severê bi lêv kir ku keça wê li dijî hovîtiya DAÎŞ'ê ya li dijî jinan û gelan dikir, têkoşiyaye û got:"Jinên Kurd li Reqqayê şoreşek pêk anîn. Ji ber ku keça min di hemleya rizgarikirina Reqqayê de cihê xwe girt ez bi wê serbilind im. Çimkî li wir jin û gel zilim didîtin. DAÎŞ'ê jin ji komkujiyê debas kir."