Li Hezexê bi hezaran kes beşdarî vekirina buroya hilbijartinê bûn

  • 08:33 6 Hezîran 2018
  • Ramyarî
ŞIRNEX - Li Hezexa Şirnexê jî xebatên hilbijartinê yên HDP'ê bê navber didome. Bi beşdarbûna hezaran kesan li Hezexê buroya hilbijartinê ya HDP'ê vebû.
 
Xebatên hilbijartinê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li hemû bajaran bê navber didome. Bi beşdarbûna hezaran kesan li Hezexê buroya hilbijartinê ya HDP'ê vebû. Abdullah Gungen ê ku namzetiya wî ya ji bo parlamenteriyê ji aliyê YSK'ê ve hat vetokirin û namzetê HDP'ê Huseyin Kaçmaz û bi hezaran kes beşdarî vekirina buroya hilbijartinê ya li kuçeya Atakentê bûn. 
 
Piştî fitarê zarok, jin, ciwan hemû herikîn ber buroya hilbijartinê. Di vekirina buroya hilbijartinê de jinan cilên xwe yên gelêrî li xwe kirin û gel bi stranên Kurdî û bi coşek mezin beşdarî vekirina buroya hilbijartinê bû. Piştî axaftinên HDP'ê yên kurt, vekirina buroyê pêk hat. 
 
Bernameya vekirina buroyê bi gerandina govendê ya heta saetên dereng, bi dawî bû.