Bazirganên Semsûrê bi eleqeyek mezin HDP pêşwazî kirin

  • 14:27 5 Hezîran 2018
  • Ramyarî
 
SEMSÛR - Namzetên Parlamenteriyê yên HDP'ê di çaçoveya xebatên hilbijartinê de serdana bazirganên Semsûrê kirin. 
 
Xebatên hilbijartina 24'ê Hezîranê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bê navber didome. Namzetên Parlamenteriyê yên HDP'ê yên Semsûrê û rêxistinên navçe û bajêr di çarçoveya xebatên 24'ê Hezîranê de serdana bazirganan kirin. Bazirganên li kolanên Golbaşi, Bahçelievler namzetên HDP'ê bi germahî pêşwazî kirin. Namzetan û bazirganan sohbet kirin û bazirganan pirsgirêka qeyrana mezin a aboriyê ya li Tirkiyeyê anîn ziman. Namzetan jî anîn ziman ku HDP dê hemû pirsgirêkan çareser bike. Gelek esanafan ji namzetên HDP'ê re gotin:"Em piştgiriyê didin we, em hêvî dikin ku ji bo demokrasiyê hûn ê bi ser bikevin."
 
'Navnîşana çareseriyê HDP ye'
 
Bazirganekî got:"Min zanîngeh xwendiye lê ez bê kar im. Ez mecbûr im di magazayê de bixebitim. Em dixwazin êdî ev pirsgirêka bêkarbûnê çareser bibe."
 
Namzetê HDP'ê Hasan Basri Yorulmaz jî wiha got:"Ez jî mamosteyê 17 salan bûm lê ez jî hatim ihraçkirin. Gelek ciwanên wekî te hene. Navnîşana çareseriyê HDP ye."
 
Gelek welatiyên ku di rê de derbas dibûn serkeftin ji bo HDP'ê xwestin. Namzetan ji yekî temenbilind ê ku ji rê de derbas dibû gotin:"Em ji partiya Selahattin Demirtaş in em dixwazin hûn piştgiriyê bidin me" li ser vê gotinê kesê temenbilind hestiyar bû û giriya. 
 
Serdana bazirganan li kuçeyan dewam kir.