Bersiva Xatûnê ya ji bo AKP’iyan zelal e: 6 sale hûn li ku ne?

  • 09:06 5 Hezîran 2018
  • Ramyarî
WAN - Xatûn Savur diyar kir ku bi salane ji bo jiyana xwe bidomîne hemû derî li rûyê wan hatiye girtin û wiha got: “Ev 6 sale ez li vir im. Dema AKP bê ber deriyê min û deng bixwaze ez tu car dengê xwe nadim AKP'ê.”
 
Xatûn Savur a li Tuşba ya Wanê dijî diyar kir ku her hilbijartinê de AKP tê ber derê wan û got dema li Erdîşê bûye ji ber pisgirêkên aborî bar kirine Wanê. Xatûn a 56 salî bi neviyê xwe re têkoşîna jiyanê dide.
 
Xatûna di xaniyekî xerabe de dijî ji ber temenê xwe nikare bixebite û ji ber neviyê wê biçûk e jî nikare bixebite. Xatûn bi alîkariya cîranan debara xwe dike û got: “Hevjîn û bûka min jiyana xwe ji dest dan. Ez bi neviyê xwe re tenê mam. Xaniyê ez tê de dimînim dema baran dibare tê xwarê. Li ser bana min mişk û bihok derdikevin. Min serî li qeymeqamtî û cihên din dan lê kes venegeriya.”
 
Hatunê daxuyakirin ku nexweşî jî derdikevin û got ne pere û ne jî ewlehiya wê ya civakî heye û wiha pê de çû: “Her tim deng ji min dixwazin. Min dengê xwe dayê gotin em ê alîkariya te bikin. Ev 6 sale tên ber deriyê min û deng dixwazin. Lê îsal bila AKP neyê ber deriyê me.”