Li dijî xîleyên hilbijartinê bang: Hîna hêvî heye

  • 09:04 5 Hezîran 2018
  • Ramyarî
ENQERE - Meclîsên Pêvajoya Hilbijartinê bi armanca hilbijartina 24’ê Hezîranê di hawirek bi ewle de derbas be hat avakirin û li gelek bajarên Tirkiyeyê xebatan dimeşîne. Endamên  platformê li dijî xîleyên sindoqan bang kirin û gotin: “Hêviya me heye. Yên bi ser bikevin wê em bin.”
 
Ji zanîngeha Gaziyê Mizgîn Sungul  diyar kir ku kesên di Meclîsa Pêvajoya Hilbijartinê de hatine cem hev derdê wan ewlehiya sindoqan e û wiha got: “Ez jî ji bo ewlehiya sindoqan tevlî bûm.  Me got em ewlehiyê dikarin çawa bigirin, em dikarin çi bikin? Li dijî xîleyên YSK’ê û qanûnên bi xîle em bi hev re nîqaş dikin.  Meclîsa Pêvajoyên Hilbijartinê di meha Çileyê de bi tevlîbûna 350 kesî li Stenbolê hat avakirin. Piştî daxuyaniya biryara hilbijartina pêşwext şûnde li Enqereyê avabûna xwe îlan kir.”
 
‘Bi dengdanê mijar naqede’
 
Mizgînê di berdewamiyê de  daxuyakirin ku tevî ku li Enqereyê avabûnek nû ye jî rastî eleqeyek mezin hatiye û got damezerandin bi 40 kesî pêk anîne û ev tişt bi lêv kir: “Ewlehiya sindoqê  tenê li ser sindoqê payîn nîne. Plansaziyên girîng hatin kirin. Piranî ji ser hesabên çapemeniya civakî serlêdan hatin kirin. Em belavokên xwe belav dikin. Me tespît kir ku gel dixwaze dengan biparêze. Yanî derketiye holê ku êdî bi dengdanê tenê mijar naqede. Ji ber demek kurt ji hilbijartinan re maye em xebatên perwerdeyê didomînin. Di heman demê de xebatên derbarê muşahîdî û endamtiya lijneya sindoqê tê kirin. Xebatên me wê heta hilbijartinê bidome.
 
Betul Atalay jî ya di meclîsê de dixebite got wê gelek agahiyên nû hîn kiriye û bi lêv kir ku sedema wê ya tevlîbûna xebatan ev e ku ewlehiya sindoqan bê girtin û destnîşan kir ku wê bi civînan, xwe rêxistin bikin û pêvajoyê bi serkeftinê temam bikin.