Pero Dundar: Em ê dengê jinan di meclîsê de bidin bihîstin

  • 09:04 4 Hezîran 2018
  • Ramyarî
MÊRDÎN - Pero Dundar a  ji rêza duyemîn namzeta HDP’ê ya Mêrdînê ye, diyar kir ku wê dengên gelan bibin Meclîsê û wiha got: “Em ê zîhniyeta yek mêrî bişkînin. Em jin divê ji bo vê bixebitin.”
 
Xebatên hilbijartinê yên HDP’ê bê navber berdewam dikin. Pero Dundar a ji rêza duyemîn a HDP’ê ya Mêrdînê namzet e, di serî de di operasyonên di bin navê KCK’ê de sê caran hatiye binçavkirin û  bi giştî 20 salên xwe di girtîgehê de derbas kiriye.
 
Perdo ya li Nisêbînê hatiye dinê û zarokatiya wê li wir derbas bûye bi salan di xebatên jinan de cih girtiye û bi giştî sê caran hatiye girtin di her derketina xwe de jî nasnameya xwe ya muxalîf parastiye û xebat meşandiye.
 
‘Em ê dengên gelan û jinan li meclîsê bidin bihîstin’
 
Pero destnîşan kir û got divê di vê pêvajoyê de gel xebatên xwe heta dawî bimeşînin û wiha got: “Heta îro min çawa xebat meşandin ez ê ji vir şûnde jî bikim. Xebata qadê û siyaset ji hev ne cuda ne. Karê meclîsê yê esas jî ev e ku bi gel re be. Heta îro wisa bû. Kêmasiyên me jî çê bûn lê em heta vir hatin. Ji vir şûnde jî em ê bixebitin.”
 
‘HDP ji bo meclîsê şansek e’
 
Pero di daxiya axaftina xwe de got: “Destûrek bingehîn a gel, jin û ciwan tê de tuneye, heye. Ji ber vê karê me zehmet e. Divê em pir bixebitin. Divê em jin zêdetir dengê xwe bilind bikin. Perspektîfa HDP’ê jî wisa ye. Reng û dengê gelan heye. HDP di parlamentoyê de şansek e.”
 
Pero di dawiya axaftina xwe de got ew jin dibêjin ku divê jin di demokrasiya Tirkiyeyê de hebin û ji bo vê jî herî baş bi wan dikare bê guhertin û got: “Armanca me ev e ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan demildest bişkê. Hawira aştiyek mayîn de bi azadiya Birêz Ocalan pêkan e.”