Hilbijêr wê hesabê qedexeya zozanan jî bipirsin

  • 09:06 3 Hezîran 2018
  • Ramyarî
QERS - Gundiyên ji ber qedexeya zozanan pirsgirêkên mezin yên aboriyê dijîn, bertek nîşanİ berdewamkirina qedexeyan dan û gotin wê li ser sindogan hesabê vê  bipirsin.
 
Bi hatina biharê re jinên derketin zozanan, bi qedexeyên zozanan re rû bi rû tên hiştin. Jinên bi salane sewalên xwe derdixin zoznan îsal ji ber qedexeyan pisgirêkên mezin dijîn.
 
‘Şîr kêm bûye’
 
Li gundê Vezîn ê Qersê jinên îsal nikarin derkevin zoznan, sewalên xwe didibin cihên nêz û diçêrînin.  Guvercîn Menge ya bi salane dest  ji jiyana gund bernade, sibehê zû radibe û sewalên xwe dibe gundên nêz. Guvercînê daxuyakirin ku şîr kêm bûye û wiha pê de çû: “Bi salane ez debara xwe wisa dikim. Lê ev du sale em bi qedexeyan re tên rû hev. Em bi gîhayên hişk sewalan xwedî dikin. Ew jî zêde bandorê nake. Ji ber gîhayê şîn nikarin bixwin şîrê sewalan jî kêm bûye.”
 
Guvercînê di dawiya axaftina xwe de  got neçar maye nîvê pezê xwe bifroşe û got divê demildest qedexe rabin.