Pervîn Bûldan: Em ê di 24'ê Hezîranê de bi ser bikevin

  • 15:28 2 Hezîran 2018
  • Ramyarî
ÎDIR - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, di çarçoveya xebatên hilbijartina 24'ê Hezîranê de li Îdirê beşdarî mîtînga gel bû. Pervînê, di mîtingê de xîtabî gel kir û got: "Me soz da malbatên ku zarokên xwe winda kirin. Me Sûr, Gever, Nisêbîn, Cizîr ji bîr nekir. Me soz daye wan. AKP'ê li Îdirê bazirganî qedand. Berê 4 hezar TIR'an diçûn û dihatin. Niha daketin 400 TIR'an. Gel dê li sindoqan xwedî derkeve." 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û heyeta pê re, di çarçoveya xebatên Hilbijartina 24'ê Hezîranê de hat Îdirê û tevlî mîtîngê bû. Pervînê ku duh li Erdexan û Qersê tevlî mîtîngên HDP'ê bû, îro derbasî Îdirê bû. Pervînê bi karwana mezin ji Qersê derbasî Îdirê bû û bi coşek mezin hat pêşwazîkirin. Gel Heyeta Pervînê li navçeya Qulpê a Îdirê pêşwazî kir. Gel Pervînê bi def û zurneyan pêşwazî kir. Piştre derbasî Îdirê bû. Dema karwana HDP’ê derbas bû, li ser kolan û nava taxan gel derket derve û bi coşek mezin heyet pêşwazî kir. Pervînê, li ber avahiya HDP'ê ji aliyê deh hezaran ve hat pêşwazîkirin. Dema Pervînê gihaşt ber avahiya HDP'ê coş û kelecana deh hezaran derket asta herî jor. Hevserokê HDP'ê yê Îdirê Hasan Safa, xêrhatina gel kir û spasiya xwe kir. Piştre Namzetên HDP'ê yên Îdirê Kiznaz Turkelî û Habip Eksik jî axaftin kirin. 
 
Pervînê jî piştre gel silav kir û wiha got: "Em spasiyên xwe ji were dikin. Li tu devera cîhanê namzetekî serokomariyê li girtîgehê tune. Ji ber girtina Demîrtaş AYM sûc dike. Serokomarê Tirkiye her roj li qadan Demirtaş wekî kujerê 53 kesan pênase dike. Em bang li Erdogan dikin. Der barê Birêz Demirtaş de têkildarî bûyerên 6-8'ê Cotmehê dozek jî nehatiye vekirin. Dozên Demîrtaş dozên lêgerîna azadiyê ye. Ji ber siyasetê hatiye girtin. Ji ber fikrên xwe hatiye girtin. Ger ku cesareta Erdogan hebe bila wî bîne hemberî xwe. Ey Erdogan ger ku tu wêrek be Demirtaş bîne hemberî xwe. Eyb e, guneh e, şerm e." 
  
Pervînê, bal kişand ser polîtîkayên AKP -MHP'ê yên şer û wiha got: "Piştî îktîdara AKP'ê bi MHP'ê re îtîfaq ava kir, li dijî gelê kurd şer îlan kir. Gelê kurd dê vê koalîsyona AKP-MHP'ê tu carî ji bîr neke. Dema bajar xera dikirin, Bahçelî ferman da Erdogan û got: "Divê kevir li ser diwar, serî li ser mil nemînin. Niha AKP hewl dide MHP’ê têxe meclîsê. Gelê kurd bi rûmet e. Tu tiştî ji bîr nake. Gelê kurd bi biryar e kujerê xwe nîne îktîdarê. Me komkujiya Roboskî qet ji bîr nekiriye û ji bîr nakin. Em Cizîr, Nisêbîn, Gever, Sûr û Hezexê ji bîr nakin. Me soz da zarokên ku di komkujiyan de hatin kuştin. Me soz da malbatên wan ku em dê hesabê Sûr, Cizîr, Nisêbîn û Geverê bipirsin. Em dê di 25'ê Hezîranê de bêtir bi ser bikevin." 
 
Pervînê bal kişand ser polîtîkayên AKP'ê yên bazirganiyê û deriyê sînor ê Îdirê û wiha lê zêde kir: "Li Îdirê 3 deriyên bazirganiyê hene. "Di serdema AKP'ê de deriyên bazirganiyê hatin girtin. AKP'ê deriyê Ermenîstanê ji ber sedemên siyasî girt. Berê 4 hezar TIR di deriyên bazirganiyê re derbas dibûn. Niha tenê 400 TIR derbas dibin. AKP'ê bi temamî bazirganî xelas kir. Ji ber ku mêrg û zozan qedexe kir êdî mirov nikare sewalkariyê jî bike."
 
Pervînê, herî dawî bal kişand ser lîstik û hîleyên AKP'ê yên li dijî hilbijartinê û wiha bi dawî kir: "Ji bo ku HDP’ê di bin bendê de bihêlin serî li hemû lîstik û hîleyan didin. Hemû astengiyan derdixin. Lê gelê me dê li sindoqan xwedî derkevin. Gel dê dersek mezin bide wan. Em bi gelê xwe bi we bawer in. Em dibêjin her kes li sindoqan xwedî derkevin. Ev hilbijartin ji bo rê li pêş aştî demokrasî û azadiyê veke girîng e. Bila tu kes baweriya xwe bi AKP'ê nîne. bila kes baweriya xwe bi dozger, dadger û hikûmetê nîne. Tenê partiyek hûn baweriya xwe pê bînin ew jî HDP ye. 
 
Pervînê, piştî mîtîngê çû ziyareta  gel .