Li gundên Qersê coşa HDP’ê

  • 09:15 2 Hezîran 2018
  • Ramyarî
QERS - Li Qersa ku gelek gel ligel hev dijîn, jinan diyar kir ku bi AKP’ê re polîtîkayên dijminahiyê pêk tên û gotin wê bi HDP’ê re wekheviyê ji nû ve bihonin.
 
Qersa bi taybetiya xwe ya Kozmopolîtîk tê zanîn, rengê hilbijartinê jî li wir jin diyar dikin. Gelên Qersê ku bi salane di nav aramiyê de dijîn, ji bo jiyanek bi hev re dibêjin HDP. Arzu Mengîce ya li gundê Buyukçatak a Qersê dijî diyar kir ku ew ê dengê xwe bide HDP’ê.
 
Arzuyê daxuyakirin ku bi salane bi Kurd, Azerî, Tirk, Ermenî û Ereban re dijîn û wiha pê de çû: “Ev bi salan bû ji bo kesî nebû pirsgirêk. Lê piştî AKP hat em bûn dijmin. Lê me bêriya wekheviyê kiriye.  Ji ber vê em ê dengên xwe bidin wekheviyê. Yanî em ê bibin HDP’ê. Divê her kes dengên xwe bidin HDP’ê.”
 
‘Em ê nîşan bidin ku em li vir in’
 
Maynur Kizilateş jî got divê namzetê serokomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş bê tahliyekirin û li derve xebatên xwe bimeşîne û ev tişt bi lêv kir: “Em dixwazin namzetê xwe li cem xwe bibînin. Namzetên din çawa li derve dixebitin divê yê me jî wisa be. Serokê me Selo tenê ji bo di aştiyê de israr kir niha di girtîgehê de ye. Em wek jinan wê di sindoqan de bersiva vê bidin.”
 
Fadîme Menguceç jî bi lêv kir ku AKP tu tiştî nade gelan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li gundê me ne rê û ne jî av heye. Piştre li ser me siyasetê dike. Ji bo AKP’ê dengê me tune ne. Divê em xwedî li dengên xwe derkevin.”