‘Em ê li Meclîsê jî têkoşînê bidomînin’

  • 09:06 2 Hezîran 2018
  • Ramyarî
STENBOL - Yek ji namzetên HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum ku bi nasnameya xwe ya femînîst, sosyalîst tê nasîn, ji bo dengê jinan li meclîsê jî bide bihîstin, têdikoşe. Zuleyhayê balkişand ser ‘projeya hilbijêrên bi tevger’ ya HDP’ê daye destpêkirin û got: “Bila kes nebêjin wê çi bi dengê min bê. Her kes ji bo biçe bajarê ku wê dengên xwe lê bi kar bînin, bila serî li HDP’ê û navçeyên wê bidin.”
 
Parêzer Zuleyha Gulum a ji herêma sêyemîn a Stenbolê ji rêza 5’emîn ji HDP’ê namzet e xwe wek femînîst sosyalîst dide nasîn û soz dide ku wê dengê jinê li meclîsê jî bide bihîstin.
 
Zuleyha piştî ji Erdexanê koçî Stenbolê dike di taxên xizan de mezin dibe û dibistana seretayî diqedîne. Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Stenbolê tercih dike. Zuleyha bi lêv dike u piştî têkoşîna çep nas kiriye xwe nas kiriye û got salên ketiye zanîngehê salên herî bi tevger yên xwendekaran bû. Zuleyhayê bi lêv kir ku ew têkiliya xwe ya bi gelek kesên ji tevgera jin û ciwanan e hîn didomîne.
 
‘Ji bo patrîark bê şikandin divê kapîtalîzm bê şikandin’
 
Zuleyhayê bi lêv kir ku ew femînîst, sosyalîst e û civak ji pergala patrîarka serdest a mêr  pêk tê û ev jî wek kapîtalîzmê ye, ji ber patrîark bê şikandin divê kapîtalîzm bê şikandin. Zuleyha di heman demê de yek ji damezrînerên HDP’ê ye û got namzetiya wê fikra gelek hevalên wê bûye û got ev jî  berpirsyariya ku soza jinan bibe meclîsê dide wê. Gelek girîng e gotina gel biçe meclîsê. Ya girîng gel e.Em hemû peywirekê dikin. Lê yên vê têkoşînê didin gelê xizan, ciwan û jin in.” 
 
‘Em ji ser sindoqan venaqetin’
 
Zuleyhayê bal kişand ser ewlehiya sindoqê jî û ev tişt anî ziman: “Em jin ligel hev bisekinin em ê bi ser bikevin. Tenê bikaranîna dengan têr nake. Ji bo dengê gel nê dizîn, divê em wê rojê li ser sindoqan bin. Ez bang li hemû kesî dikim ku biçin ser sindoqan û xwedî li dengên xwe derkevin.”