Ji 94’an heta niha têkoşîna ked û jinê

  • 09:03 2 Hezîran 2018
  • Ramyarî
AMED - Yek ji namzetên HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz, di Meclîsa Tenduristiyê ya KCD û SES’ê de xebitiye. Salîha bi salane di têkoşînê de cih digire û niha jî hewl dide biçe meclîsê.
 
Yek ji namzetên HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz e. Salîha di malbatek feodal a 11 zarokî de hatiye cîhanê û ji dibistana seretayî û şûnde têkoşîna jinê nas dike. Salîhayê dibistana seretayî û navîn li Erganiyê temem kir û lîseya pîşeyî ya tenduristiyê li Amedê xwend. Di 1994’an de dibistan qedand û sala ewil li Kerboranê peywira xwe ya memurtiyê dike. di 1998’a tayîna wê diçe Erganiyê û 4-5 salan jî li wir dixebite.  Endama SES’ê bû û di qada kedê de xebatên çalak meşand. Salîha di navbera 1998-2000’î de di rêveberiya sendîkayê de, di serokatiya şaxê de û asta MYK’ê de peywir girt. Di vê pêvajoyê de ji bo vekirina Akademiya Kedê mîsyonek girt ser xwe û serokatiya şaxa yekem wê kir.
 
Ji 2009’an heta 2018’an di KCD’ê de têkoşîn
 
Salîha di navbera 2009-2010’an de bi saziyên SES, TÎHV, Odeya Tabîban re di bin sîwana KCD’ê de xebatên meclîsa tenduristiyê meşand. Heta sala 2014’an di vê xebatê de cih digire û di 2018’an de jî ji HDP’ê li Amedê wek namzet tê hilbijartin. 
 
Naskirina têkoşîna jinê
 
Salîhayê bi lêv kir ku ji 98’an heta berspirsyariya reng û nasnameya jinê ji xwe re wek berpirsyarî dîtiye û di vê pêvajoyê de jî tevgera azadiya Kurd û tevgera jinê nas kiriye. Salîha tevî dayika du zarokane ji têkoşînê şûnde gav navêtiye û di encama hemû tecrubeyan de biryar daye ku ji HDP’ê bibe namzet.”
 
‘Em ê bi jinan re têkoşînê derxin asta herî jor’
 
Salîhayê bal kişand ser hilbijartinê û destnîşan kir ku wê li dijî zîhniyeta yekparêz û mîlîtarîst wê namzetên jin li meclîsê bibin reng û dengê jinan û got: “Em ê bi jinên partiyên din re jî bên cem hev û lijne an jî komîsyonek ku pisgirêkên jinan çareser dikin ava bikin û em ê têkoşîna vê di 24’ê Hezîranê de bi hev re bidin. Têkoşîna me wê bi jinan re bigihêje asta herî jor.  Em ê di 24’ê Hezîranê de bi dirûşma ‘Dengek ji Demîrtaş re dengek ji HDP’ê re’ biçin ser sindoqan.”