'Em ê destûrê nedin lîstikên AKP'ê'

  • 09:02 2 Hezîran 2018
  • Ramyarî
AMED - Siyasetmedarên jin bertek nîşanî barkirina sindoqan dan û gotin gel wê şûnde gavê navêje û wê bi wesayîtan gel bibin ser sindoqan.
 
Li 81 bajarî xebatên hilbijartinê didomin û li bajarên Kurdan ji aliyê YSK’ê ve bi giştî li 19 bajaran sindoqên ku 144 hezar kes bi kar tînin hatin barkirin. Yek ji van bajaran jî Amed e û li 7 navçeyên Amedê li 66 taxan sindoq barkirin herêmên polîs û cerdevanan.
 
Gel diyar kir ku çi dibe bila bibe wê dengê xwe bi kar bînin û HDP jî wê gel bi wesayîtan bibe cihên ku deng bi kar tên.
 
‘Bi gelek lîstikan dertên ser dikê’
 
Hevseroka DBP’a Peyasê Songul Kapanci got ev biryarek siyasî ye û wê xwedî li dengan derkevin. Songulê ev tişt vegot: “Ji bo HDP’ê di bin bendê de bihêlin serî li her rê didin. Bi taybet sindoq birine herêmên polîs û cerdevanan. Sedema vê ew gel bikin fikaran û nehêlin dengan bi kar bînin.”
 
Songulê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku di pêvajoya desthilatdariya AKP’ê ya 16 salan de zextên li ser jinan zêde bûne û di du salên dawî de şîdet li gorî salên borî ji sedî 100 zede bûye. Songulê diyar kir ku dema gel diçe se sindoqê bila dayika Taybet û Cemîleyê ji bîr nekin.
 
‘Em piştgiriya welatiyên wesayîtên wan hene dipên’
 
Ji Meclîsa Jinan a HDP’ê Meryem Suna jî got li dijî barkirina sindoqan xebatên wan hene û wiha pê de çû: “Em ê vê hewldana wan vala derxînin. Em ê destûrê nedin lîstikên AKP'ê. Çi dibe bila bibe wê gelê Amedê biçe dengên xwe bi kar bînin. YSK’ê got ji bo kar û barê bikaranîna dengan hêsan bibin wisa dikin. Lê tiştek ji bîr kirine heye; gel wê nehêle dengên wan bên dizîn. Em ji welatiyên ku wesayîtên wan hene piştgiriyê dipên. Bila welatiyan bibin ser sindoqan.”