Parêzer Ebru Gunay: Ez ê li dijî tecrîdê têkoşînê li meclîsê bidomînim

  • 09:16 1 Hezîran 2018
  • Ramyarî
MÊRDÎN - Yek ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Ebru Gunay, ji HDP’ê li Mêrdînê ji rêza 4’emîn namzeta parlamenteriyê ye. Ebruyê diyar kir ku wê li dijî tecrîdê li meclîsê têkoşînê bidomîne û wiha got: “Li dijî tecrîdê têkoşîn peywira me hemûya ne. Ji ber rastiyek wisa heye;Li Tirkiyeyê şer tecrîdê, tecrîd jî şer kûr dike. Ji bo avabûna aştiya civakî divê tecrîd bê şikandin.”
 
Ebruyê da zanîn ku wê vê carê li meclîsê li dijî tecrîdê têbikoşe û wiha pê de çû: “Di esasê de em li hemû Tirkiyeyê tecrîdê dijîn. Em di bin tecrîdê de diçin hilbijartinê.”
 
Ebru Gunay di 1982’an de li Çewlîkê hat dinê û demek dirêj di Buroya Hiqûqê ya Asrinê de parêzerî kir. Di pêvajoya ku parêzerî dikir de di operasyonên qirkirina siyasî ya 4’ê Nîsana 2009’an de hat girtin û 5 salan di girtîgehê de ma. Ebruyê di 2014’an de meha nîsanê de ji girtîgehê derket û li Buroya Hiqûqê ya Asrinê parêzerî berdewam kir.
 
‘Em dixwazin pirçandiniyê xurtir bikin’
 
Ebruyê daxuyakirin ku tevî di demek kurt de xebatên hilbijartinê dimeşînin, wê encamên girîng bigirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Mêrdîn bi pirrengiya xwe di modela neteweya demokratîk di nav xwe de dihewîne. Ereb hene, Suryanî hene, Kurd hene. Di vî alî de em dixwazin pirçandiyê xurt bikin."
 
‘HDP partiyek xebatên jinan dimeşîne ye’
 
Ebruyê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku HDP di alî polîtîkayên jinan de îmzeyan davêje tiştên girîng û got ew dixwazin reng, deng û hêza jinê bibin meclîsê. Ebruyê bal kişand ser tecrîdê û wiha pê de çû: “Ez ê xebatên xwe yên li Buroya Hiqûqê ya Asrinê li meclîsê berdewam bikim. Li dijî tecrîdê têkoşîn peywira me hemûya ne. Rastiyek wisa heye; Li Tirkiyeyê şer tecrîdê, tecrîd jî şer kûr dike. Ji bo avabûna aştiya civakî divê tecrîd bê şikandin.”