Namzeta HDP’ê Fatma Kurtulan: Em ê têkoşîna aştî û demokrasiyê bidomînin

  • 09:15 1 Hezîran 2018
  • Ramyarî
MERSÎN - Namzeta parlamenteriyê ya HDP’ê Fatma Kurtulan diyar kir ku li dijî ferasetek siyasî ya hemû gelan tune dihesibîne, yekane biryara herî baş tercîhkirina HDP’ê ye û got yekane navnîşana bindestan HDP ye.
 
Fatma Kurtulan ji HDP’ê di rêza yekem li Mêrsînê bû namzet. Fatma di serê sala 1990’î de bi HADEP’ê dest bi siyasetê kir û niha bi HDP’ê berdewam dike. Fatma yek ji şahida darbeya 12’ê Îlonê û komkujiya Mereşê ye. Fatma ya li navenda giştî ya HDP’ê peywira xwe didomîne, di xebatên azadiya jinê de jî bi awayekî çalak rol digire.
 
‘Li dijî pergalê yekane navnîşan HDP ye’
 
Fatmayê wiha got: "Li gorî min HDP yekane navnîşana kesên li dijî pergalê ne. HDP ji bo gelên Tirkiyeyê şansek mezin e."
 
Fatmayê balkişand ser koçberiyên di encama polîtîkayên şer de li Mersînê çê bûne û got di 24’ê Hezîranê de di rewşa bikeve Meclîsê de wê li dijî polîtîkayên şer û koçberiyê xebatan bimeşîne. 
 
Her wiha Fatmayê bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tecrîda li ser Rêberê neteweya demokratîk Abdullah Ocalan di esasê de di şexsê Abdullah Ocalan de li ser hemû gelan pêk tê. Ji bo ev rewş bi dawî be em ê di bin sîwana HDP’ê de têkoşîna aştî û demokrasiyê berdewam bikin.”