Namzeta HDP’ê Ceren Şîmşek: Ez ê bibim dengê jin û zarokan

  • 09:12 1 Hezîran 2018
  • Ramyarî
ENQERE - Namzeta HDP’ê ya Enqereyê parêzer Ceren Şîmşek diyar kir ku ji bo dijî zîhniyeta serdest a mêr têkoşîn bê dayîn divê li ba HDP’ê  bên cem hev û wiha got: “Dem ez bêm hilbijartin, ez ê bi komeleyên jinan re bixebitim û bibim dengê jin û zarokan. Têkoşîna min wê bi jin û zarokan re be.”
 
Parêzer Ceren Şîmşek ya femînîst ku li Enqereyê ji herêma yekemîn ji rêza 5’emîn namzeta HDP’ê ye, di heman demê de bi 'Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin' re li dozên jinên hatine kuştin dinêre. Cerenê sedema namzetiya xwe ya HDP’ê  vegot.
 
Ceren di 8 sal jiyana pîşeya xwe de li ser dosyayên jin û zarokan xebitiye û wiha got: “Daraz êdî ne serbixwe ye. Dadger û dozger ji zîhniyeta desthilatdariya siyasî ne cudatir e. Qada têkoşîna hiqûqî teng bûye. Ji ber vê min got divê di qadên din de têkoşîn bê dayîn. Ez fikirîm ku qada herî bi derfet HDP ye. Ji ber vê ez bûm namzet.”
 
Cerenê destnîşan kir ku HDP partiya jina ye û di nav partiyên siyasî de ya herî zêde jin tê de cih digirin HDP ye û wiha got: “Danezana hilbijartinê ya jinan a HDP û  Meclîsa Jinan ava kiriye beramberê keda jinan e. Jin roj bi roj zêdetir rastî şîdetê tên û ji jiyana kar tên dûrxistin. Hem keda wan nayê dîtin û hem jî bedena wan tê mêtîngerkirin.
 
‘Divê her kes li ba HDP’ê bên cem hev’
 
Cerenê bi lêv kir ku li dijî newekheviya li hemberî jinê, di HDP’ê de têkoşîn daye û got divê hemû kes di vê nokteyê de di bin sîwana HDP’ê de bên cem hev ku li dijî zîhniyeta mêr têbikoşin.
 
Cerenê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku wê di têkoşîna xwe de bi jin û zarokan re berdewam bike û ji bo zêdetir dengê wan bidin bihîstin wê têbikoşe.