Xebatên hilbijartinê yên HDP'ê bajar bi bajar berdewam dikin

  • 17:02 31 Gulan 2018
  • Ramyarî
NAVENDA NÛÇEYAN - Namzedên HDP'ê yên ku bê navber xebatên xwe berdewam dikin, gund bi gund digerin û pirsgirêkên hilbijêran guhdar dikin û dibêjin; "Wê bi me biguhere."
 
Namzedên Parlamenteriyê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li gelek bajaran di çalakiyên ku pêk tînin de bi hilbijêran re tên gel hev.
 
Edene
 
Rêxistina DHP'ê ya Edeneyê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de bi minasebeta salvegera çalakiyên Geziyê  bi tevlibûna namzedên parlamenteriyê li ber avahiya xwe daxuyanî da.  Hevseroka Bajarê Edeneyê ya HDP'ê Gulseren Tural kesên ku di çalakiyên Geziyê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anîn û wiha got: " Geziyê ev nîşanî me da.  Di 24'ê Hezîranê de em ê bi Ruhê Geziyê bi HDP'ê bendavê bidin derbaskirin û dawî li rejîma sarayê ku dijminê xweza û mirovahiyê ye bînin."
 
Piştî axaftinan namzed çûn serdana rojnameya Yenî Adana û 5 Ocalk ê.  Ji namzedên parlamenteriyê Sever Uzun, bi jinan re pêvajoya siyasî nirxand û xwest ku dengê xwe bidin HDP'ê.
 
Mêrsîn
 
Namzedên Mêrsîn ku li Tarsus, Akdenîz, Toroslar, Yenîşehîr û Mezîtliyê  bi gel re civîn li dar xistin û serdana esnafan kirin. Namzedên  ku di hevdîtinan de axivîn, diyar kirin ku ji bo Tirkiyeke nû divê ku piştgiriya HDP'ê bê kirin.
 
Antalya
 
Li Antalyayê jî namzedên parlamenteriyê yên HDP'ê  Kemal Bulbul, Denîz, Yildirim, Erdal Gilgir û Meral Gelylanî xebatên xwe li Navçeya Elmaliyê meşandin, serdana esnafan kirin û ji bo HDP'ê ji welatiyan deng xwestin.
 
Hatay
 
 
Namzedên HDP'ê yên Hatayê Bariş Atay, Ekrem Nabant, Hulya Kavuk û Mîthat Mîroglu ku xebatên hilbijartinê meşandin bi minasebeta savegera Geziyê  gora Okan Pîrînç û  Halîl Aksakal yên ku li Pirsûsê jiyana xwe ji dest dan ziyaret kirin. Namzedan piştre li navçeya Samandagê  serdana esnafan kir. Welatî û esnafan eleqeyeke mezin nîşanî namzedan dan û soza ku piştgiriyê bidin HDP'ê dan.
 
Kocaelî
 
Li Kocaeliyê jî namzedên HDP'ê serdana esnafên li Bazara Perşembeyê kirin.  Serdan bi tevlibûna Hevserokê HDP'ê yê Kocaeliyê Şehabettîn Işik û namzedên parlamenteriyê  Omer Faruk Gergerlîoglu, Meryem Demîr û endamên HDP'ê tevli bûn.
 
 
Mêrdîn 
 
Li Mêrdînê jî xebatên hilbijartinê berdewam dikin. Di çarçoveya xebatan de gel û esnaf hatin ziyaretkirin. Namzedên parlamenteriyê li li navçeya Dêrik, Nisêbîn, û Şemraxê bi gel re hatin gel hev. Li Nisêbînê jî namzedên HDP'ê Pero Dundar û Tuma Çelîk gund hatin ziyaretkirin. 
 
Ebru Gunay û Dîlaver Înal di serdanên gundan de li Dêerik û Şemrexê bi gel re hatin cem hev.  Herwiha li navenda bajêr jî namzedên HDP'ê Mîthat Sancar û Gulbîn Şahîn Daghan serdana nexweşxaneyan kirin.
 
Amed
 
Li Amedê jî namzedan li Peyasê, Sûrê, û li Exeniyê  esnaf û gel ziyaret kirin. Namzedên ku bi gel re hatin gel hev, pirsgirêkên gel guhdar kirin. Ji namzedên Amedê  Salîha Aydenîz li Peyasê esnafa û welatî ziyaret kirin. Salîha bi dirûşma "Bi HDP'ê diguhere" hat pêşwazîkirin. 
 
Salîha wê êvarê li taxa pirinçliyê tevli vekirina buroya hilbijartinê bibe.
 
'Em bibin yek û bi hev re bi ser kevin'
 
ji namzedan Ferda Fahrîoglu û heyeta pê re, li Sûrê li Sûka Şewitî serdana esnafan kirin û esnafan jî pirgirêkên ku ji ber krîza aborî dijîn ji wan re vegotin.
 
Li Erxeniyê jî welatiyan bi kelecaneke mezin namzed pêşwazî kirin. Serdana Erxeniyê ji aliyê Dêrsim Dag, Îmam Taşçier ve hat kirin  û Abdurrahîm Durmuş ve hat kirin.  Namzedên ku wê  sibe li Erxeniyê hevdîtina gel pêk bînin li aliyê welatiyan ve bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. 
 
 
Namzeda  parlamenteriyê ya HDP'ê Remziye Tosun jî li Baglarê li taxa Şêxşamîl serdana esnafan kir. Remziye ya ku rastî elqeya gel û cieanan hat  xwe da nasîn û li rewşa welatiyan pirsî. 
 
Xebatan li çarşiya penêr û Bazara Taxê ya Jiyanê berdewam kir.