Partî û saziyan bi hev re 'Platforma Hilbijartinê ya Adîl' ava kirin

  • 15:55 31 Gulan 2018
  • Ramyarî
ENQERE - Partiyên mîna HDP, CHP, Partiya Îyî û Saadet di nav de 17 partiyên siyasî yên cuda “Platforma Hilbijartinê ya Adil” deklare kirin. Platform ji bo ewlehiya hilbijartinê dê roja hilbijartinê tedbîran bigire. 
 
Bi nêzîkbûna hilbijartina zordest a 24’ê Hezîranê re partî û saziyên civakî yên sivîl jî lez dan xebatên xwe. Partiyên siyasî, saziyên civakî yên sivîl, rêxistinên girseyî yên demokratîk û sendîka ji bo ewlehiya hilbijartinê di bin banê “Platforma Hilbijartinê ya Adil” de hatin cem hev û platform deklare kirin. Deklareya Platformê li Dibistana Partî ya Bulent Ecevît a CHP’ê pêk hat û hemû pêkhate beşdarî civînê bûn. 
 
Ewlehiya hilbijartinê di metna deklarasyonê de bi berfirehî cih girt. Metna deklarasyonê ji Platforma Bête Nabe Dilşat Arpacioglu xwend û behsa armanca naveroka platform û xebatê dê birêve bibin kir. 
 
Partî û saziyên di platformê de cih digirin ev in: HDP, CHP, Partiya Îyî, Partiya Saadet, Platforma Bête Nabe, Partiya Emek, DÎSK, KESK, Komeleya Ramanên Ataturk, Yekîtiya Ji Bo Demokrasiyê, Hêza Sindoqê, Meclîsên Pêvajoya Hilbijartinê, Memleket Em in, Tevgera Hevgirtina Hezîranê, Dengê min di Ewlehiyê de ye, Maf û Edalet, Tevgera Huriyet.