Arzu Moco: ‘Ez ji bo tifaqa gelan di nava tevgera HDP’ê de me’

  • 09:13 31 Gulan 2018
  • Ramyarî
QERS - Arzu Moco  ku ji Qersê namzeta rêza duyem e, diyar kir ku wê ji ber pirrengî û nûneriya hevserokatiyê HDP tercih kiriye û soz da ku wê bi jinên Qersê re polîtîkayên AKP’ê yên jinan hepsî malê dikin, ji holê rakin.
 
Arzu Moco ya namzeta rêza duyema  HDP’ê ya Qersê ye, li gundê Susuz a Qersê hatiye dinê. Arzu di hilbijartinên beriya vê de li Erdexanê di HDP’ê de ket hilbijartinan û niha li bajarê xwe dixwaze bikeve hilbijartinan. Arzuyê li Zanîngeha Firatê Beşa Têkiliyê Navnetweyî xwendiye. Di HADEP, DEHAP, DTP, BDP’ê de bi awayekî aktîf cih girtiye. Herî dawî di Meclîsa Jinan a HDP’ê û Koordînasyona Jinan a Stenbolê ya HDP’ê de cih girtiye.  Arzuyê serokatiya HDP’a Esenyurtê kiriye.
 
‘Ez ji bo tifaqa gelan di nava tevgera HDP’ê de me’
 
Arzuyê sedema tercîhkirina xwe ya HDP’ê wiha vegot: “HDP li dijî rejîma faşîst yekane alternatîf e. Ji ber vê ez bûm namzet.  Ji ber HDP partiya jina ye  min got HDP. HDP partiya jina ye. Niha 230 namzetên jin hene. Cudahiya xwe li gorî partiyên din diyar kiriye. Li 18 bajarî jin di rêza yekem de ne. Em ji bo tifaqa gelan di nav tevgera HDP’ê de ne.
 
‘Em ê bi jinên Qersê re bi ser bikevin’
 
Arzuyê di dawiya axaftina xwe de got Qers herêmek kozmopolîtîk e û ji ber vê pisgirêkên jinan gelek zêde ne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “AKP di 16 salî de jin her tim hepsî malê kir. Piştî ez ji HDP’ê bibim parlamenter em ê bi jinên Qersê re vê pirsgirêkê ji holê rakin.”