Hevdîtinên HDP'ê yên bi gel re didomin

  • 16:16 30 Gulan 2018
  • Ramyarî
MÊRDÎN/EDENE - Di çarçoveya xebatên 24'ê Hezîranê de heyeta HDP'ê bi gel re hat ba hev. Heyet ji aliyê gel ve bi eleqeyek mezin hat pêşwazîkirin. 
 
Xebatên ji bo hilbijartina 24'ê Hezîranê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bê navber didomin. Heyeta HDP'ê ya ku namzetên parlamenteriyê yên navçeya Nisêbînê yên HDP'ê Pero Dundar û Tuma Çelik jî di nav de û ji hevkarên HDP û DBP'ê pêk tê, serdana bazirganan kir. Heyeta ku li Kolana Midyadê bi bazirganan re hatin ba hev piştre jî li Bazara Çarşemê bi gel re hat ba hev. Gel heyeta ku belavok belav kir bi eleqeyek mezin pêşwazî kir. Gel peyama 'Dengê me ji HDP'ê re ye, ji we re serkeftin' da heyetê. 
 
Heyeta HDP'yî hevdîtinên xwe yên bi gundiyên Kerboranê û Qoserê îro jî domand. 
 
Namzetên HDP'yî li Edeneyê bi bazirganan hatin gel hev
 
Namzetên Parlementeriyê yên HDP'ê Bariş Karabiyik û Berîtan Onen li Kuçeyên Kenan Evren û Huzurevlerî yên Çukurovayê bazirgan ziyaret kirin û bi gel re hatin ba hev. Li navçeya Yuregirê jî namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê Eser M. Edip Çaçan, Turkan Bakir û Zozan Efeyurk serdana bazirganan kirin. 
 
Namzetên HDP'yî di serdana baziganan de bi çepikê gel hatin pêşwazîkirin. Bazirganan giliyên xwe yên derbarê qeyrana aborî de anîn ziman. 
 
Her wiha namzetan Komeleya Amediyan ziyaret kir û piştgirî xwest.