Xebatên HDP'ê bê navber didome

  • 17:00 29 Gulan 2018
  • Ramyarî
NAVENDA NÛÇEYAN - Xebatên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên hilbijartinê li bajarên Qers, Riha û Dîlokê didome. Gel got em ê dengê xwe bidin HDP'ê. 
 
Xebatên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên hilbijartinê li bajarên Qers, Riha û Dîlokê didome. Namzetên parlementeriyê yên HDP'ê yên Qersê li Kolana Paşayê ya li navenda bajarê Qersê bi gel re hatin ba hev. Namzetên Parlementeriyê yên HDP'ê yên Qersê Arzu Moco, Ayhan Bilgen, Bişar Abdi Alınak û reveberên HDP'ê yên bajêr li derdê bazirganan guhdar kirin. Bazirganan anîn ziman ku ew ji ewlehiya sindoqan bi fikar in. Tevî vê yekê anîn ziman ku ew ê AKP di 24'ê Hezîranê de têk biçe. 
 
Piştre namzetan hemû kes dawetî mîtînga ku Pervîn Buldanê jî beşdar bibe û wê li Qada Cumhuriyetê roja Îniyê saet di 13.00 de pêk were, kirin. 
 
Riha
 
Namzetên Parlamenteriyê yên HDP'ê yên Rihayê û Rêxistina Bajêr li Navçeya Amarayê buroya hilbijartinê vekirin. Jinan bi eleqeyek mezin HDP pêşwazî kir. Piştî vekirina buroya hilbijartinê namzetê parlamenteriyê yê HDP'ê yê Rihayê Nimettullah Erdogmuş axaftinek kurt kir. 
 
Dîlok
 
Rêxistina Bajarê Dîlokê ya HDP'ê bê navber xebatên xwe yên hilbijartinê didomînin. Namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê Berivan Özpolat, Musa Aydın, Fatma Lebe ve Mizgin Ceylan li Kuçeyên Ulaş, Guneş, Onur, Etiler û Turanbaba yên navçeya Şahinbeyê ji aliyê gel ve bi eleqeyek mezin hatin pêşwazîkirin. 
 
Amed
 
Namzeta Parlamenteriyê ya HDP'ê ya Amedê Saliha Aydemir bazirganên navçeya Baglarê ya Amedê ziyaret kir. Saliha ji aliyê bazirganên Amedê ve bi eleqeyek mezin hat pêşwazîkirin. Bazirganên ku bi Saliha re sohbet kirin gotin:"Ji vê krîza aboriyê herî zêde em bi bandor bûn. Em dengê xwe nadin AKP'ê."
 
Mêrsîn
 
Namzetê Parlamenteriyê yê HDP'ê  Ridvan Turan û heyeta bi wî re çûn serdana Komeleyên Çandê yên Elewiyan a Şaxa Mezitliyê. Ridvan li vir axivî û got:"Dê di vê hilbijartinê de tifaqa AKP/MHP'ê têk biçin. Em ê di vê hilbijartinê de bi ser bikevin û em ê bi awayekî demokratîk vî welatî bi rê ve bibin."
 
'Divê em sindoqan biparêzin'
 
Namzeta HDP'ê Fatma Kurtalan û heyeta bi wê re jî çû serdana bazirganên li Kuçeya Şevket Sumer a navçeya Akdenizê û Fatmayê bi eleqeyek mezin hat pêşwazîkirin. Fatmayê got:"AKP ji bo îktidara xwe ya 16 salan bidomîne li ser keda kedkaran rûnişt. Divê hemû kes xwedî li HDP'ê û sindoqan derkevin."