Namzetên ciwan ên HDP’ê: Em ê pergalê biguherînin!

  • 15:52 29 Gulan 2018
  • Ramyarî
STENBOL - Namzetên ciwan ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li avahiya Rêxistina Bajêr a Stenbolê ya HDP’ê bi daxuyaniyeke çapemeniyê ji bo ciwanan danezana hilbijartinê ragihandin.
 
Dema daxuyaniyê endamên Meclîsa Ciwanan ên HDP’ê jî amade bün. Daxuyanî ji hêla Endama MP’ê ya HDP’ê Roza Kahya ve hat xwendin.
 
Di daxuyaniyê de êrîşên AKP’ê yên li ser ciwanan hatin destnîşankirin û wiha hate gotin;’’Desthilatdariya faşîst êrîşeke giran bi ser qadên jiyanê yên ciwanan de aniye. Qadên jiyanê yên ciwanan li gorî pêvajoya ji nû ve hilberandinê ya desthilatdariyê hatiye dizaynkirin û ev hê jî domdar e.’’
 
'Civakek li gorî xwe ava dikin'
 
Roza êrîşên desthilatdariyê yên li qadên aborî, kişandina ciwanan a ji hêla bikaranîna madeyên hişbir ve, êrîşên li ser çand, ziman, nasname û rengên jiyanê bi bîr xistin û ev tişt go; ‘’Tê xwestin ku jiyaneke yekreng were avakirin.’’ Her wiha Rozayê  got ku zanîngeh bi vê rêveberiya AKP’ê li şûna ku bibin navenda hiberîna zanînê bûne navendên hilberandina sermiyanê."
 
Rojzayê bal kişand ser êrîşên li ser akademiyenan, xwendekaran, ên li dijî kesên ku naxwazin biçin leşkeriyê û wiha dirêjî da axafitna xwe; ‘’Ciwanên antî-milîtarîst dikin parçeyek ji şer. Di nav vê rewşê de em ciwanên HDP’ê em ê ji vê rewşê re bibêjin, ‘êdî bes e’, dengê ciwanan, mîna ya li kuçeyan, li Meclîsê jî em ê bikin parçeyek ji têkoşînê. Em dibêjin, bila biguhere û em ji bo guhartinê tên.’’
 
Rojzayê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: ‘’Em ciwan em ê bi ciwanî bijîn, em ê bibin xwedî raye, biryar û jiyaneke azad ava bikin. Em ê civakeke wiha ava bikin ku çand, nasname bi azadî bijîn, em ê bi reng û cihêrengiya xwe hebin. Em ê perwerdehiya bê pere, zanistî, pêşketî, bi wekheviya zayendî û perwerdehiya bi zimanê dayikê bînin.’’
 
'Em ê bi xwe biguherin'
 
Rozayê bi daxuyaniyê herî dawî bal kişand ser hêza ciwanan a guhertinê û wiha dawî li daxuyaniyê anî; ‘’Herî dawî em dibêjin, heke em hebin wê biguhere, heke em bibêjin wê biguhere, wê biguhere. Me bi ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanî bi ser bixin! Dengek ji bo HDP’ê, dengek ji bo Demîrtaş.’’
 
Piştî xwendina danezanê Namzeta Stenbolê ya HDP’ê Şehrîban Alkiş got divê pergala serdest biguhere û pergal bi têkoşîna yekbûyî dikare biguhere. Şehrîbanê  bang li hemû ciwanan kir ku tevlî nav xebatên hilbijartinê û têkoşînê bibin.