Hêviya kedkarên hatine îxrackirin HDP ye

  • 09:25 27 Gulan 2018
  • Ramyarî
MÊRDÎN- Hevseroka Sendîkaya Genel Îş'ê ya girêdayî  DÎSK’ê Berîvan Doken diyar kir ku kedkarên bi KHK’ê hatine mexdurkirin HDP’ê wek hêvî dibînin û ev helwesta wan jî wê di sindoqê de xwe bide der.
 
Li Mêrdînê ji HDP’ê 6 namzet hatin nîşandan û xebat didomin.  Hevseroka Sendîkaya Genel Îş'ê ya girêdayî DÎSK’ê Berîvan Doken got kedkar di vê pêvajoyê de HDP’ê wek hêvî dibînin û wê ligel HDP’ê cih bigirin. Berîvanê got gelê Mêrdînê û bi taybetî jî kedkar ji ber vê li hemberî pergalê bi bertekin.
 
‘Wê bertek nîşan bidin’
 
Berîvanê di berdeamiyê de bi lêv kir ku ev rewş wê di 24’ê Hezîranê de derkeve holê û wiha pê de çû: “Sedema vê qirkirinê, karkerên muxalîf yên li ber xwe didin e. Ji bilî HDP’ê tu partiyan di 1’ê Gulanê de piştgirî neda karkeran. HDP her tim li cem karkeran bû. HDP sîwana hevpar a hemû gelan e.”
 
‘Piştî serkeftina hilbijartinê karê ewil betalkirina KHK'an e’
 
Berîvanê bal kişand ser lîsteyên namzetiyê yên HDP’ê û got gelek kedkarên hatine îxrackirin di lîseyê de ne hene û got wê piştî hilbijartinê karê ewil betalkirina KHK’yên ku karker mexdur kirine.