Li Rihayê gel eleqeyek mezin nîşanî namzetên HDP'ê da

  • 15:12 26 Gulan 2018
  • Ramyarî
RIHA - HDP'ê li Hewengê du buroyên hilbijartinê vekir. Li Hewengê gel eleqeyek mezin nîşanî namzetên HDP'ê da. Di vekirina buroyên hilbijartinê de jinan kincên gelêrî li xwe kirin. Gel bi dirûşma "Ampûlê bişkîne aştiyê bîne" namzetên HDP'ê pêşwazî kirin.  
 
Xebatên HDP'ê yên li Rihayê bê navber didome. Bi beşdarbûna namzetên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) du buroyên hilbijartinê bi beşdarbûnek mezin li navçeya Hewengê ya Rihayê hat vekirin. Namzetên HDP'ê Nimetullah Erdogmuş, Ayşe Surucu, Omer Ocalan, Roza Yazmaci, Şerif Bendeş, Îsmail Telli, Îsmail Kaplan beşdarî vekirina buroyê bûn. 
 
Di vekirina buroyan de Endama PM'a HDP'ê Fatma Dogan axivî û got:"Abdullah Ocalan di bin tecrîda giran de ye. Gelê me jî di bin tecrîdê de ye. Rêhevalên me di girtîgehan de ne. Loma ev hilbijartina ji bo me gelek girîng e. Divê em di vê hilbijartinê de dîktatoriya AKP û MHP'ê têk bibin û wekî gelê ku her dem di bin zextan de ey û tê çewisandin bi ser bikeve." 
 
Piştre namzetê HDP'ê yê Rihayê Nimetullah Erdogmuş axivî. Li Kuçeya Dulucayê jî Omer Ocalan axivî.
 
Piştre buroyên hilbijartinê hat vekirin. Piştî vekirina buroyan namzet ji navçeyê veqetiyan.