Jinên ji rengên cuda bûn namzetên HDP'ê

  • 14:29 21 Gulan 2018
  • Ramyarî
ENQERE -HDP'ê lîsteya namzetên xwe aşkere kir. Di lîsteyê de namzetên ji rengê cuda cihê xwe girtin. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) lîsteya namzetiyê ya ji bo 24'ê Hezîranê aşkere kir. Di lîsteyê de namzetên ji rengê cuda cihê xwe girtin. 
 
Hevseroka HDP'ê ya Giştî Pervîn Buldan ji Stenbolê, Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş jî ji Wanê bû namzet. Feleknas Ûca vê carê ji Êlihê bû namzet. Huda Kaya dîsa li Stenbolê bû namzet. Hevberdevka HDK'ê Gulistan Koçyigit jî ji Mûşê bû namzet. 
 
Parêzera Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Ebru Gunay jî ji Mêrdînê bû namzet. Hevseroka KCD'ê ya di girtîgehê de, Leyla Guven jî ji Colemêrgê bû namzet. 
 
Ji Federasyona Meclîsên Sosyalîst jî Dilşad Canbaz, Seroka Giştî ya Halkevleri ya berê Oya Ersoy jî ji Stenbolê bûn namzet. Tulay Hatimogullari jî ji Îzmîrê bû namzet. 
 
Serokwekîla Komê ya HDP'ê Filiz Kerestecioglu ji Enqereyê, Berdevka Meclîsa Jinê Dilan Dirayet Taşdemir ji Agiriyê bû namzet. Serpîl Kemalbay ji Îzmîrê bû namzet. 
 
Remzîye Tosun a ku di serdema qedexeya derketina derve ya Sûrê de bi mehan man û piştî ku derket bi zaroka xwe ya 2 salî hat girtin li Amedê bû namzet. 
 
Ji Endamên KCD'ê yê dîwanê jî Saliha Aydeniz, Remziye Tosun, Semra Guzel, Dersim Dag û Ferda Fahrioglu ji Amedê bûn namzet.