Li Amedê li dijî dizîya dengan komîsyon hatin avakirin

  • 09:01 21 Gulan 2018
  • Ramyarî
Şehrîban Aslan
 
AMED- Hevseroka HDP’ê ya Amedê Fîlîz Bulukttekîn  der barê xebatên hilbijartinê û ewlehiya hilbijaritnê de agahdarî kir. Fîlîzê bi lêv kir ku hemû peywirdar û komîsyonên wan amade ne û wiha got: “Em ê tu car desturê nedin dizîya dengan.”
 
Li Amedê amadekariyên ewlehiya hilbijartinê bênavber didomin. Hevseroka HDP’a Amedê Fîlîz Bulukttekîn der barê xebat û ewlehiya sindoqan de axivî û diyar kir ku wê li gelek cihên bajar standan ava bikin û serdanên esnafan bikin. Fîlîzê  diyar kir ku ew ê êvaran jî li buroyan fitarê vekin û  xebatê bimeşînin.
 
‘Em tu car desturê nadin dizîya dengan’
 
Fîlîzê bi lêv kir ku xebata der barê ewlehiya hilbijartinan de didome û ev tişt got: “Li dijî van hîleyan hilbijaritnê xebatên me yên muşahîdan, berpirsên dibistanê, komîsyonên taxan û berpirsan hene. Li dijî xetereya dizîya dengan em ê xebatên xwe bê navber bimeşînin.”
 
‘Wê bi ser nekevin’
 
Fîlîzê destnîşan kir ku li gundan jî wê xwedî li sindoqan derkevin û wê bi ser nekevin, tu car destuê nedin dizî û xîleyan.
 
‘Gel li dijî zilmê dibêjin HDP’
 
Fîlîzê wiha berdewam kir: “Gel li bende 24’ê Hezîranê ne.  Gel li dijÎ zilmê, zext û faşîzmê dibêjin HDP.Em hêmû hez û pêşniyara xwe ji gel digirin. Em dibêjin dikarin çawa encamek bê girtin. Em nîqaşan dimeşînin. Gel bi hemû coşa xwe li cem me cih digire. Ez bang li hemû jin û ciwanan dikim ku xwedî li sindoqan derkevin. Bila ciwan xwedî li pêşeroja xwe derkevin. Em ê bi şev û roj bixebitin. Em ê li ber bazaran, li ber nexweşxaneyan li ber AVM’yan bixebitin. Em ê êvaran biçin malan.  Em ê tevlî nimêjên tirawîhan bibin.  Em ê li buroyan de panel û forumên bîçûk pêk bînin.”